Naveroka Hejmara 77ê- ÇIRÎYA PAŞÎN – 2023
DOSYE – Nivîsa Edîtoryal: Devjêberdana Fransî – Benoît Bréville (Ji fransî: Sacha Alsancakli)
Kurd li ber man û nemanê: Sedsaleke dî ya malwêranîyê li bin banê Komara Tirkîyeyê? – Adnan Çelîk (Ji fransî: Dilovan Kegî)
DOSYE – Rîyad-Tel Avîv: Derbeya li proseya Normalbûnê – Hasni Abidi û Angélique Mounier-Kuhn – (Ji fransî: Yaqûb Karademîr)
DOSYE – Yekîtîyeke pîroz li Îsraîlê – Marius Schattner – (Ji fransî: Mehmet Tayfur)
DOSYE – Dewleta nepêkan a Filistînê – Thomas Vescovi – (Ji fransî: Sîbel Er)
DOSYE – Hemas çi ye? – Agahîyeke kurt derbarê Hemasê de
DOSYE – HEVPEYVÎN ligel Ceng Sagnic: “Ne Îsraîl dostê kurdan e ne jî Filistîn” – (Hevpeyvîn: Bilal Ata Aktas)
Kuba: Pereyê neteweyî yê yekbûyî û zehmetîyên aborî – Maïlys Khider – (Ji fransî: Nebîyê Dûro)
Li Spanyayê çepgirî li ber aşê nasnameyê – Guillermo del Valle – (Ji fransî: Nebîyê Dûro)
Newekhevîya Piralî û Meseleya Kurdan – Cuma Çîçek
Nêrîneke Giştî li ser Polîtîkayên Ewlekarîyê û Koçberîya Mecbûrî ya Kurdan – Dr. Hümeyra Yılmaz – (Ji tirkî: Ferec Koyistanî)
Li Pakistanê vegera artêşê li meydana sîyasî – Laurent Gayer – (Ji fransî: Sacha Alsancakli)
Polîtîkayên Li Ser Kurdî Yên Komara Tirkîyeyê – Beşa Duyem – Ercan Çaglayan – (Ji tirkî: Yehya Omerî)
Hunermandê vê Mehê: Haydar Taştan – (Kurasyon: Jasmin Eda Tigil & Bilal Ata Aktas)
DANASÎNA GOTARAN:
Le Monde dîplomatique kurdî bi hejmara 77ê ya Çirîya Paşîn a 2023yê, girêdayî rojeva cîhanê dosyeyeke taybet li ser meseleya Îsraîl û Filistînê amade kir. Dîsa ji pisporên kurd derbarê mijarên li ser kurdan çendîn nivîs di vê hejmarê de cih digirin.
Benoît Bréville, Rêveber û sernivîskarê Le Monde diplomatique di vê hejmarê de girêdayî dosyeya Îsraîl Filistînê li ser sekna Fransayê ya li hemberî vê mijara aktuel sekinî.
Adnan Çelikî di vê hejmarê de, di çarçoveya sedsalîya têkilîya kurdan ya ligel Komara Tirkîyeyê de, gotareke berfireh nivîsî.
Laurent Gayer, derbarê rewşa sîyasî ya Pakistanê de, mudaxeleyên artêşê yên li ser vî welatî û kaosa civakî nivîsî.
Thomas Vescovi, bi serenavê “Dewleta Nepêkan a Filistînê” nirxandineke rexneyî nivîsî li ser proseya mizakereyên di navbera Îsraîl û Filistînê û rol û sekna hêzên mezin a terefgir de.
Marius Schattner, bi nivîsa xwe ya bi navê “Yekîtîyeke Pîroz li Îsraîlê” li ser rexne û bertekên navxweyî yên Îsraîlê yên li hemberî Netenyahu û desthiladatdarîya wî disekine.
Guillermo del Valle di vê hejmarê de li ser rewşa sîyasî ya Spanyayê, micadeleya di navbera partîyên rastgir ên tundrew û bloka çepgiran de analîzekê pêşkêşî me dike.
Maïlys Khider, li ser Kubayê, polîtîkayên wê yên aborî, pereyê neteweyî yê yekbûyî û krîza heyî disekine.
Cuma Çicek, bi serenavê “Newekhevîya Piralî û Meseleya Kurdan” û bi daneyên îstatîkî li ser newekhewîyên aborî yên li herêmên kurdnişîn disekine, berê me dide sedemên cuda yên li pişt vê newekhewîyê.
Koordînatorê rojnameya me Bîlal Ata Aktaş di çarçoveya dosyeya vê hejmarê de ligel Ceng Sagniç hevpeyvînek derbarê meseleya Îsraîl û Filistînê, çeperên mijarê yên sîyasî û konjonkturel pêk anî.
Dr. Hümeyra Yılmaz, di vê hejmarê de li ser polîtîkayên ewlekarîyê û koçberîya kurdan a di nav sînorên navneteweyî de sekinî.
Ercan Çaglayan di beşa duyem ya rêzenivîsa xwe ya bi navê “Polîtîkayên li ser Kurdî yên Komara Tirkîyeyê” de li ser serdema ji îqtidara Demokrat Partîyê heta îqtidara AK Partîyê (1950-2002) sekinî.
Hasni Abidi û Angélique Mounier-Kuhn li dor mijara Îsraîl û Filistînê, têkilîya Amerîka û welatên ereb û teşebusên Prensê Welîehd ê Siudî Muhammed bin Salman yên ji bo sîyaseta welatê xwe dinirxîne.
Özgür Çiçek li ser navê Le Monde diplomatique kurdîyê Festîvala Fîlmên Kurdî a Berlînê şopand, derbarê vê festîvala girîng de agahî ji bo xwendevanên me pêşkêş kirin.
Bi kurasyona Jasmîn Eda Tigil – Bilal Ata Aktaş Haydar Taştan Wekî hunermendê mehê di nav rûpelên vê hejmarê de bi xebatên xwe cih girt.