Kurdên Haymanayê-Georges Perrot
…Gelê ku li vê navçeya di navbera Angorayê, Afyon Karahîsarê û Qonyayê de dijî, ji nijadekî ye ku bi giştî ji reh û regeza Tirkan cihêwaz e. Ew Kurd in, pismamên Farsan in û kalûbavên me ên dûr in. Bi taybetî ji bo çêkirina lêgerînekê li ser vî gelê kurd ku bi gelek awayên xwe balkêş û girîng e ku min biryar girt û min herdu hevalrêyên xwe Guillaum’ê avahîsaz û Jules Delbert’ê doktorê şandeya fransî ya di bin serokatiya min de li Angorayê hiştin. Tenê, bi Tirkekî qenc û ciwanmêr re, Mehmed axayê ku ji pênc mehan ji min dûr neketibû ez deh-duwanzdeh rojan (di sala 1861ê de) li Haymanayê jiyam. Ez bi taybetî li gundên Kurdan geriyam. Îro (sala 1865an), ez ji defternameyên rêwîtiya xwe wan hemû agahiyên ku dikarin vî gelê kurd bidin nasîn derdixînim. Ev gelê hanê xwedî gelek taybetmendiyên giranbuha ye û gava ku di dawiya dawîn de ji xewa giran û dirêj rabe, belkî ew ê rojekê ji rojan ji vê tarîtiyê derkeve û ew ê bandoreke mezin di împaratoriya tirk de bilîze…
Georges Perrot
Ji bo hemû berhemên Apec Förlag vir bitikînin
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613