Kurd – miletê jixwemezintir

11,29  8,47 
-25% Erzanî

ISBN: 9786057017697

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUHIV-017
Status3 Di stokê de hene
Categories

Arif Zêrevan, rojnamevan û nivîskarekê zimanzelal, fikirzelal, helwêstzelal û konkret e. Ew bi rengdêran û bi hevok û komekên pasîv li dora mijaran naçe û nayêt. Ew, gotina xwe, fikra xwe û helwêsta xwe bi zimanekê yekser û bêvedan dinivîsîne. Vê kitêbê bixwîne, tu dê bi ruhê zimanê kurdî bihesî, tu dê bi helwêsteka siyasî ya jixwepiştrast bihesî. Arif Zêrevan hişê xwe û qelema xwe di asteka bilind de bi kar tîne û behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike.

Ev kitêb behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike. Kurdistan dagirkirî be jî kurd hêdî ne miletekê bi gotina klasîk »bindest« in. Kurd di meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de hêdî aktor û xudangotin in. Gotina kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e. | Mihemed Sanri |