Kultureke Polîtîk û Paradîgmayeke Nû

9,85 

SKURU-003
Status5 Di stokê de hene
Categories

Kultureke Polîtîk û Paradîgmayeke Nû 

Ji Weşanxaneya Rûpelê Pirtûkeke Nû. Tevgera sîyasî ya Kurdistana Bakur pêwîstî, pêdivî ya kultureke polîtîk (sîyasî) ya nû ye. Piranîya partî û rêxistinên Bakur dîtinên(têzên) xwe yên bingehîn li ser mefhûmên kevin ku îro bi kêr nayên ava kirine. Divê ji wan formulasyonan rizgar bin, dev ji kultura kevin berdin, bighîjin kultureke nû û guncaw ku bikaribe ji tevgera kurdî re rêyên nû veke. Ji vê rewşa xitimandî rizgar bike. 

Bi serê xwe kultura polîtîk mefhûmeke pir fireh e. Ji prensîbên xebata sîyasî bigre, propaganda, rêxistin, xebata legal, dîplomasî, ûsluba xebatê û şêweya bikaranîna rêxistinê, şêweya têkilî û îttifaqan û hwd. gelek tişta digre nav xwe. Herweha peywendî û girêdana kultura polîtîk bi paradîgmaya sîyasî jî heye. Ji ber ku hev û du temam dikin. Kultura polîtîk formata xwe ji paradîgmaya sîyasî werdigre. Di vê pirtûka ku 192 rûpel e, kultura polîtîk û paradîgmaya nû ya tevgera sîyasî ya Kurdistana Bakur bi berfirehî hatîye niqaşkirin. Berhemeke sûdmend û bikêrhatî ye.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Pîvan

Rûpel

Weşanxane

Ziman

Isbn