Jinên di Siya Xiyalên Winda de

14,80 

ISBN: 978-975-8242-90-0

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUARAM185
Status1 Di stokê de hene
Categories

“… Çaxa me jiyana her jinekê nivîsand coş û kelecana ku xwe li dilê me rapêça zindan buhurand. Li hember wehşeta mêr a ku li ser wan hatibû ferzkirin jî hêrsa me têra hilweşîna dîwaran kir. Bi dawiya dela re hevdu nasnekirin, pişti wê bi 1300 sal şûnde jiyankirin û qet nedîtina wê xemgîniya me ya herî mezin bû. Dîsa jî bi qasî me ku li lûtkeyên çiyayên Aures bi Damiya re li ber xwe da ewqas jî me bi Sappho re helbestên bêhempa li dîrokê neqişand. Bi qasî ku me bi Boudica re dayikniştîmana xwe parast ewqas jî bi Semiramis re di bin baskên kevokan de li bexçeyên mêwan geriyan. Bi qasî ku me bi Dido re welatê Kartaca damezirand ewqas jî me bi Tomyris re li qada şer şûr kişand. Em bi jinan li dar xist. Me bi Emmayê re li qada şoreşê dans kir. Dema me ev hest jiyan dikirin, li hêla din hin pirtûkên ku jiyana wan vedigotin bi ziman û feraseta nêr hatibûn nivîsandin û me nikarî xwe li hemberî vê ragirin. Her ku me ew pirtûk digirtin destê xwe hebûna mêrên ku dîrok li gorî yên ji serî de dîrok nivîsandin jin bûna” qet ji ser zimanê me neket. Yên ku şeran derdixin, dişewitînin, hildiweşînin mêr in, yên ku li ber xwe didin, diafirînin, bi heyîn dikin û derbasî dahatûyê dikin jin in. Lê her rêzika dîrokê mêran vedibêje û her rêzikê mêr dinivîse. Hem jî bi hevokên herî mêrokî. Her ku me ev xwendin em ji hêrsan dîn û har bibin jî me xwe li eksê danî û bi her çar lepan me bi xebata xwe girt. Em bawer dikin ku wê hin kes xebata me wekî ku jinê pir zêde berz dike, erênî dike û kêmasiyên wê ji nedîtîve tê binirxîne. Lê belê hîna pêdiviya jinan bi berzkirin û erênîkirinê heye. Kêmasî û nebesî ji bo ya nuh were afirandin bi mebesta bibin ronahî tên gotin. Lê em jin êdî dizanin di kîjan fetloneka dîrokê de me çi şaşîtî kiriye. Lewre em dixwazin xwe li kêmasiyan na, li erênîtiyan bigirin, zêde bibin û pêşve biçin.

Cîhana jinan ji ya mêran pir cudatir e. Em mîna mêrên serdest li ser xirbeyan bi pê li hev û din kirinê mezin nabin û dahatûyan ava nakin. Em jin dest bi dest, dil bi dil bi kenên xwe pêlekanekê dirêjî ezmanan dikin. Ji ber vê jî tu wateya cihêbûna reng, nijad û netewe di jiyana me de tune ye. Jineke ku hema li cihekî cîhanê li ber xwe dide, ji bo jineke li devereke din a cîhanê dikare bibe jêderka bestê û dîrokê…”

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Sal
Rûpel
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613