Li herêmeke dûredest a bi navê Tornedalenê ya bi ser Norrbottenê ve, ku li ser tixûbên Swêdê û Fînlandê ên sur û seqemê ye, xelkekî ku bi gelek rewş û barûdoxên xwe ve heye ku pirr dişibe me Kurdên li naverasta Mezopotamyayê, ji berê û di paş de tê de dijî. Welatekî ku “hema girtine û bi bakurê Swêdê ve zeliqandine, li ser nexşeyan jî ciyê wî nîşan nadin.” Welatekî bêpariyê, lê mirovên wî tevî hemû xwezaya wî ya hişk û bi pirranî ji tûndra û darên xûş û devîstanan û berf û pûkê û qeşayê pêk hatî, nişteciyên wê derê, ji bo ku bikaribin li ber xwezayê û li hemberî hev li ber xwe bidin û bijîn, têgeheke bi navê knapsuyê ya çêker û duristker û pîvandaner afirandine, ku hemû ‘dibe’yan û ‘nabe’yan di xwe de dicivîne, civakeke biçûk û rengîn kontrol dike.
Lê bi zimanê Mikael Niemi yê xurt, vebêj, li jêr tîrêjên bîranînî yên zarokatiyeke li herêmeke ev çend dijwar, rojekê, li Nepalê, li ser lûtkeyên Çiyayê Annapurnayê, di Derbenda Thorongê de, gava ku dike lewheyeke duayan a Tîbetiyan wekî rêzgirtin ramûse, zimanê wî bi lewheya hesin î qerisî ve dimîne û ji nişkê ve vedigere zarokatiya Matti û Niila ya li Pajalayê ya salên 60’î ya li jêr kontrola knapsuyê û bi hêmaya helîn û şikestina qeşayên bakurê Swêdê, muzîka rock, gîtareke bi dest hatî çêkirin, Beatles û Jimi Hendrix, wê guherîn û veguherîna civakî ya mezin ji me re vedibêje.
Ji Vittulayê Muzîka Populer, romana Mikael Niemi ya ku li Swêdê xopan rakiriye, li gel Kurdî êdî wergeriyaye 32 zimanên cîhanê, bûye best-seller, lê ne yeke sivik.
Romaneke ku di paşxaneya wê de gelek çîrokên mezin dixulxulin.