Hezar û Yek Şev 1-Menaf Osman
Kitêba “Hezar û Yek Şev”ê, wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye, yek ji kitêbên herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye. Cara ewil di serê sedsala 18’an de ji aliyê Antoine Galland ve, di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne.
Di heman demê de di sedsala 19’an de wergerên İngilîzî, Rûsî, Îspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne. Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine, hin jê jî bêyî ku tu guhertina bikin werger kirine. Hîn jî li her derê dinyayê çapên nû têne derxistin, axilbe ji bo zarokan bi şêweyên cuda cuda têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin.
Çîrokên “Hezar û Yek Şev”ê ji alî fikir û sin’et de gelek tesîr li dinyayê kiriye. Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman, tîyatro, muzîk û filmên sînemayê. Gelek nivîskarên navdar sûd ji vê berhemê girtine. Mirov dikare bêje, tu berhem di dinyayê de bi qasî Çîrokên Hezar û Yek Şevê tesîr li sin’et, edebiyat, sînema, tîyatro û hwd. nekiriye.
Hîn jî navê lehengê wan li deran tê kirin û dibin navê merqeyan, resmên ku wan temsîl dikin li ser gelek cihan û amûran cih digire. Yanî tesîr li hemû aliyê jiyanê kiriye; li jiyana civakî, li zarokan, li polîtîkayê, li edebiyatê, li tiyatroyê, li sînemayê…
Ev berhema bi Erebî ji aliyê kê ve û kengî hatiye nivîsandin ne zelal e, lê tê zanîn ku xwediyê vê berhemê civata Rojhilata Navîn e, danheva çîrok, destan û efsaneyên vê civatê ne. Bi demê re li her herêmekê lêzêdekirin hatine kirin û ji aliyê zanayên mijarê ve, fikara herî li pêş ew e ku bingeha vê berhemê kitêba Îraniyan ya “Hezar Efsane” ye.
Berhema Ebu Hasan el Mesudi ya bi navê Muruf el Dehab we Maadin el-Cawahîr ya sedsala 9’an û berhema Muhammed bin İshak en-Nedîm ya bi navê Kîtab-ul Fîhrîst ya sedsala 10’an vêna piştrast dikin. Yek ji kaniya vê kitêbê welatê Kurdan e û şopê kultura Kurdan rasterast xwe di çîrokan de dide der.
Li gel ku hîn jî hin ji van çîrokan di nav gel de têne gotin û di şevbuhêrkên berê de cihekî girîng digirtin, mixabin wek nivîskî ev kitêb bi tevahî hîn jî bi Kurdî (bi tîpê Latînî) nahetiye çapkirin.
Weşanxaneya Azad, di vê gava ewil de 4 cild bi hev re di yek kitêbê de diweşîne. Menaf Osman ev kitêb ji Erebî wergerî Kurdî kiriye û tu guhertin tê de nekiriye.
Ji bo hemû berhemên Azad Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Menaf Osman vir bitikînin