Hezar Û Yek Şev

17,80  16,55 

ISBN: 978-605-81463-0-3

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAZAD-6
Status4 Di stokê de hene
Kategorî
DANASÎN
Kitêba “Hezar û Yek Şev”ê, wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye yek ji kitêbê herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye. Cara ewil di serê sedsala 18’an de ji aliyê Antoine Galland ve, di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne. Di heman demê de di sedsala 19’an de wergerên İngilîzî, Rûsî, İspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne. Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine, hin jê jî bêyî ku tu guhertina bikin werger kirine. Hîn jî li her derê dinyayê çapê nuh têne derxistin, axilbe ji bo zarokan bi şêweyên cuda cuda têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin.
Çîrokên “Hezar û Yek Şev”ê ji alî fikir û sin’et de gelek tesîr li dinyayê tevî kiriye. Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman, tîyatro, muzîk û filmê sînemaya. Gelek nivîskarên navdar, sûd ji vê berhemê girtine. Mirov kare bêje, tu berhem di dinyayê de bi qasî Çîrokên Hezar û Yek Şevê tesîr li sin’et, edebiyat, sînema, tîyatro û hwd. nekiriye. Hîn jî navê lehengê wan li deran tê kirin û dibin navê merqeyan, resmê ku wan temsîl dikin li ser gelek cihan û amûran cih digre. Yanî tesîr li hemû aliyê jiyanê kiriye; li jiyana civakî, li zarokan, li polîtîkayê, li edebiyatê, li tiyatroyê, li sînemayê…
Ev berhema bi Erebî ji aliyê kê ve û kengî hatiye nivîsandin ne zelal e, lê xweş tê zanîn ku xwediyê vê berhemê civata Rojhilata Navîn e, danheva çîrok û destan û efsaneyên vê civatê ne, bi demê re li her herêmekê lêzêdekirin hatine kirin û ji aliyê zanayên mijarê ve fikara herî li pêş ew e ku bingeha vê berhemê kitêba Îraniyan ya bi navê “Hezar Efsane” ye. Berhema Ebu Hasan el Mesudi ya bi navê Muruf el Dehab we Maadin el-Cawahîr ya sedsala 9’an û berhema Muhammed bin İshak en-Nedîm ya bi navê Kîtab-ul Fîhrîst ya sedsala 10’an vêna piştrast dikin.Yek ji kaniya vê kitêbê welatê Kurdan e û şopê kultura Kurdan rasterast xwe di çîrokan de dide der. Li gel ku hîn jî hin ji van çîrokan di nav gel de têne gotin û di şevbuhêrkên berê de cihekî girîng digirtin, mixabin wek nivîskî ev kitêb bi tevahî hîn jî bi Kurdî(bi tîpê Latînî) nahetiye çapkirin. Em wek Weşanxaneya Azad, di vê gava ewil de 4 cilda bi hev re di yek kitêbê de diweşînin. Menaf Osman ev kitêb ji Erebî wergerî Kurdî kiriye û tu guhertin tê de nekiriye. 

Agahî

Weight 0,40 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî ,
Rûpel
Sal
Ziman
Pîvan
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613