Amadekarî û Wergera ji Erebî: Emîn Narozî
Şamûa kaxet, bergê çerm, di qotiyê de
Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: “Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike.
Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye.
Di ravekirina vê dîwanê de min gelek kêm destnîşanên tesewifî û maneyên rastî diyar kiriye, lê ger ravekarek li pey ramanên wê bikudîne û ji bo dorgirtina hemiyê wê bixebite û bivê qenc diyar bike hingê defter hemî têra hinek jê jî nakin û xame jî dê berî gihîştina amancê lawaz bibin û hibir jî dê hişk bibe.”