Gerdaney Zengiyane (Soranî) – Gerdeniya Morî (Kurmancî)

9,78 

ISBN: 9786258383355

4 Di stokê de he ne

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

“Dema ku min dest bi hûnandina helbestan kir, ti dîwaneke jinên kurd tinebû. Tenê carinan berhemên Dr. Nesrîn Fexrî, Xurşîde Baban li ser rûpelên rojnameyan de dihatin çapkirin. Heya salên 1970yî tenê berhemên sê jinên kurd hatibûn çapkirin. Ev kêmasiya di nava berhemên kurdî de bû sedem ku ez temaya jinê ji berhemên xwe re esas bigirim û girîngiyeke mezin bidim jinê.

Heskirina min a ji helbestê gelekî taybet e. Ez ji helbestên hin helbestvanên kurd gelekî hez dikim û gelek caran ji xwe re dixwînim, lê min ti carî kopyayên wan nekişandine. Dengê min nebûye dengê mêran. Min her tim hewl daye weke jinekê deng û reng û gotinên çand û kultûra xwe bînim ziman, kultûra ku gelek caran dijî kultûra mêran e. Min hewl daye ku ji bo helbestên xwe peyvên herî nazik û delal bi kar bînim, herî baş bixemilînim û di alema helbestan a bedew de bi azadî û bêtirs tevbigerim.

Di helbestên min de ti carî jin nebûne temamkerên kar û biker, çawa ku di berhemên piraniya helbestvanên mêr de jin weke temamker û têrker hatine zanîn, eger roleke jinê hebe jî roleke negatîv e. Jin di helbestên min de biker û xwedî roleke erênî, aza, azad, xwebawer, dilovan û biryarder e.”

Gerdaney Zengiyane (Gerdeniya Morî) ya Kurdistan Mukriyanî bi soranî û kurmancî (latînî)…

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman
Werger

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613