Kemal tolan, bi kurmanciya xwe yî henûn û herikbar tabloyek ji me re nîgar kiriye; ev tablo, him derhişê me diteyisîne, him binhişê me. him vebêj e, him şanîdar. gava ku em dixwînin, em xwe dibînin, gava ku em temaşe dikin, em xwe dixwînin. me him bi belengazî û bindestiya me dihesîne û him bi barbariya me. me him bi bindestiya me dihesîne û him bi bindestiya bindestiya me. her rûpelekî vê tabloyê, qatekî rastiya me ye; em her rûpelqatekî û qatrûpelekî diqulipînin, em sûretekî ji sûretên xwe dibînin; rûpelek, mişt melo-dram; rûpelek, tijî tecawiz, neheqî û kevneperestî; rûpelek, xetimî ye ji azar û êşê, rûpelek, gewimî ye ji ricimandin û talankeriyê.
qatek ji ser qatekî radibe û em, me dibînin; em rastiya rûçikê xwe dibînin; em bisilmaniya xwe yî barbar dibînin; em ezdahîtiya xwe yî saf î bêguneh dibînin. hew rêya mikurhatinê li ber me vekirî dimîne: dîtin û mikurhatina me, ma’dê me ji me dixelîne; em rûrreşiya bisilmantiya xwe yî zordest dibînin; em birakujiya xwe dibînin; em destên xwe yî bi xwîn dibînin. xwîna birayên me yî êzîdî ji serê tillîkên me diniqite; bêhna talanê ji destên me tê û em dibînin, dixwînin, dihisînin…