Folklor û Ziman 2
“Folklor û Ziman“, ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da, xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.
Di çarçoveya folkora kurdî da, mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî, û herweha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dihên weşandin. Di çarçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih digirin.
Di vê hejmara duyem da, neh gotarên zanistî yên li ser folklor û zimanê kurdî hene. Hin ji wan ev in:
- “Tesewirên Nasnameyî yên Kurdên Elewî û Êzîdî di Pêwendîya Vegotinên Gelêrî da”
- “Hevreferansîya Bikeran di Hevokên Aloz da”
- “Hêmayên Homoseksuel û Karakterên Queer di Destana Memê Alanî da”
- “Berawirdeka Dengnasî di Navbera Kurmancîya Xorasanê û Kurmancîya Bakurî da”
- “Xuyang û Forma Rêzimanî ya Rewşan di Kurmancîyê da”.
Di beşa nasandina pirtûkan da jî du pirtûk hene. Yek jê ya Munzur Çemî (Veng û Hesreta Herdê Dewrêşî) ye ku bi kurdîya kirmanckî hatîye nivîsîn û Ugur Sermîyan nasandina wê kirîye. Ya din jî ya akademîsyen Necat Keskînî ye ku bi navê “Folklor û Edebîyata Gelêrî” ye û Mustafa Aslanî nasandina wê kirîye.
Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin