Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji laşê mirov çêdibin nehatîye kirin. Nivîskar piştî xebata heft salan ev ferheng raberî xwîner û ferhengnasên kurdî kir. Ev ferheng bi deh hezaran peyvên ji laşê mirov çêbûne di nava xwe de dihewîne. Yek ji girîngiya vê ferhengê ew e ku peyvên ji hemû zaravayên kurdî di xwe de digire. Em di wê bawerîyê de ne ku ev ferheng dê sûdeke mezin bide zimanê kurdî û dê dewlemendîyeke bêhempa ji dewlemendîya zimanê kurdî zêde bike. Em hêvî dikin ev ferheng di warê zimannasiyê (languistic) de jî bibe sedema lêkolîn û lênêrînê. Em dizanin di deryaya zar û zimanê Kurdî de, hê gelek peyv û bêje mane ku li çapên ferhengan zêde bibin. Di salên pêş de dê bi xebatên xemxurên zimanê kurdî gelek peyv dê lê zêde bibin, ji ber ku ev taybetmendî bi vê berfirehiyê tenê di zimanê kurdî de tê dîtin û ev jî kevnarî û kûrahiya zimanê Kurdî û gelê kurd nîşan dide li ser axa ku bi hezaran sal eli ser dijî.
Ferhenga Têgehên Bedenê
34,90 € 29,67 €
-15% indirim
ISBN: 9786055081522
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 1,50 lbs |
---|---|
Nivîskar | |
Weşanxane | Sîtav Yayınevi |
Pîvan | 13,5 x 21 |
Rûpel | 1080 |
Sal | 2023 |
Isbn | 9786055081522 |
Ziman | Kurmancî |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Ferhenga Termen Feni / Fen Terimleri Sözlüğü
- Nivîskar: Prof. Dr. Bahattin Gümgüm
- Weşanxane: Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
23,02 €19,57 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Ferhenga Têgehên Felsefî
- Nivîskar:
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
17,05 €14,49 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Ferhenga Kurdî – Cildê Sisêyan L-R
- Nivîskar: Mehmet Emin Bozarslan
- Weşanxane: Deng Yayınlarıı
47,52 €40,39 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî
- Nivîskar:
- Weşanxane: Sîtav Yayınevi
15,68 €13,33 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Ferhenga Zanistên Civakî
- Nivîskar:
- Weşanxane: Nûbihar Yayınları
15,22 €12,94 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Ferhanga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî
- Nivîskar: Kolektif
- Weşanxane: Rûpel Yayınları
26,50 €22,53 €
-15% indirim Têxe Tûrik