Feqînasî

21,18 

ISBN: 978-6256-963-03-0

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND154
Status2 Di stokê de hene

FEQîNASÎ –

Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didine erdnîgarîya Kurdan û asîmanî dixemilînin.

Bêguman Feqîyê Teyran bi xêra berhemên xwe quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye. Derbareyê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên xerîb û fantastîk jî belav bûne û ew çîrok wekî rastî hatine qebûlkirin. ‘Işqa wî digel Sînemê, feqetîya wî, hevaltîya wî digel Melayê Cizîrî, axaftina wî digel teyr û tulûran newal û çîya û ber û behran heta mirina wî û tabût û tirba wî ev hemû bûne çîrokên rastî di nava gel de.

Zimanê şi‘ra Feqîyê Teyran ji qebîla sehl-i mumteni‘ e, bi hêsanî tê fêhmê, lê bi hêsanî wekî wan nayête gotin û nayête nivîsîn. Feqî, mîna adeta zemanê xwe neçûye û şi‘rên xwe bi Erebî û Farisî nexemilandiye. Wî her hewl daye ku rewş û xemla şi‘rên wî tenê bi zimanê Kurmancî be. Ji her beyteka wî bêhna sosinên çîyayan difûre, ji dengê her şi‘ra wî dengê teyr û tilûrên curbecur tê, ji loma hîn jî ji heft salîyan heta heftê salîyan hemû kesên ku bi Kurdî dizanin bi hêsanî dikarin şi‘rên wî bixwînin û tam û zewqa edebîyata Kurmancî jê wergirin.

Ev nêzî 4 esran e ku Feqîyê Teyran ji nav me bar kiriye û çûye. Wî li pişt xwe ne mal hişt ne milk hişt ne jî ewlad û zarok hiştin. Wî li pişt xwe dîwanek û sê menzûmeyên Kurdî; Bersîsê AbidŞêxê Sen‘an û Zenbilfiroş hiştin.

Agahî

Weight 0,44 lbs
Nivîskar
Rûpel
Weşanxane
Ziman
Sal
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613