Êzdîyatî

9,21  7,83 
-15% Erzanî

ISBN: 9786055683160

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-038
Status2 Di stokê de hene
Categories

Êzdî yek ji wan civakên li ser rûyê cîhanê ne, ku der barê wan de bi berdewamî ev pirs têne kirin: Bi neteweya xwe ve Êzdî kî ne? Gelo Kurd in, an miletekî serbixwe ne? Dînê wan ê Êzdiyatiyê dînekî çawa ye? Gelo dînekî kevnar û serbixwe ye, an ji birrek hêmanên dînên li derdorê peyda bûye? Ji çi re bi sedan salan e gelek ferman li wan hatine rakirin, Êzdî ji gelek deverên bav û kalên xwe bi tomerî ji navê hatine birin, yên mayî jî li cîhanê, li gelek welatan belav bûne? Tevî hemû gêjgerînkên dîrokê û rûxanên ku pê re hatine, çawa çêbûye, wekî Êzdiyan karîne zimanê xwe, çanda xwe û pergala xwe ya civakî biparêzin?

Nivîskar Tosinê Reşîd, ku bi xwe jî Êzdiyekî ji herêma Serhedê ye, bi vê berhema xwe ve li bersivên rast ên van pirsên mezin digere, ku gelek kes hene dixwazin rastiyê di vê derheqê de bizanibin. Ji bo vê, Reşîd çavkaniyên wekî dîn, mîtolojî, civak, wêje, dîrok û zargotinê vedijîne, digihîje wê encamê, ku Êzdî bi neteweya xwe ve Kurd in, zimanê wan Kurdî, zaravayê Kurmancî ye, welatê wan jî Kurdistan e.

Êzdiyatî, Oleke Hê Jî Nenaskirî, ji ber ku xwe dispêre çavkaniyên biyanî û Kurdî, ji ber ku bi Kurdî hatiye nivîsandin û dibêje, pêwîst e Kurd bi xwe dest bavêjine lêkolîn û lêgerînên li ser nasnava xwe, welatê xwe, dîroka xwe û dînên xwe, lêkolîneke giranbiha ye

Agahî

Weight 0,35 lbs
Weşanxane
Nivîskar
Rûpel
Isbn
Pîvan

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613