Ev Nameya Min e Ji Cîhanê Re

5,75  5,35 

ISBN: 9786056211294

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-071
Status2 Di stokê de hene
Helbestkara Emerîkan Emily Dickinsonê, bi navê xwe yê din, “rehbika Amherstê”, di saxiya xwe de, navê xwe – ji bilî heft helbestên xwe yên ku ji nava 1800 helbestên wê de hatine çapkirin – li ser kaxiz, rojname û kovaran çap kirî nedît. Wê xwe gorî “nivîsberî”ya xwe ya veşartî kir û îro li qelemê tê dayîn ku wê baş kiriye wisa jiyaye û ev cîhan ji durr û mirwariyên helbesta xwe ya berz û bo demeke dirêj berze bê par nehiştiye.
Dickinsonê di helbestên xwe de li dora du hêmayên sereke pêgermok gerand, ku yek jê “Evîn” bû, yek jê jî “Mirin”. Li dû jiyana xwe ya helbestî wê ew qasî xwe veşart ku malbata wê jî nizanibû ew ji sibehê heta êvarê di odeya xwe de çi dike. Ji sala 1858’an û pê ve, Dickinsonê pirraniya helbestên xwe di pakêtên ‘fasîkulan’ de berhev kirin, yên ku wê bi xwe bi ta û derziyê ve ciz û bend dikirin. Bijarteyeke van helbestan di 1890’î de derkete holê.Dickinsona ku li jêr kartêka John Keats, John Ruskin, Robert Browning û Sir Thomas Browne maye, bo wê her wiha girîngtirîn nivîskar; Shakespeare, Elizabeth Barrett Browning, Charlotte û Emily Brontë, George Eliot û George Sand bûn.Di 1861–62’yî de, Dickinson tûşî qeyrana tûreyê bû, di 15’ê Gulana 1886’an de, li Amherstê, di pêncî û pênc saliya xwe de koça xwe bar kir. Piştî mirina Dickinsonê, xwîşka wê Laviniayê di berkêşkeke li odeya wê de, hezar û heşt sed (1800) helbestên wê peyda kirin, ku heta wê hingê ne Lavinia, ne bavê wê, ne jî kesekî din bi vê mezintirîn helbestkara jin a helbesta Emerîkan hisiyabû. Îro hemû raya giştî ya helbesta cîhanê hembîr e ku Dickinsonê, piştî Sapphoya Yewnan, helbestên herî bedew nivîsandine, wê li gel Walt Whitman, Ralph Waldo Emerson û Edgar Allan Poe, tixûbên helbesta Emerîkan diyar kirine.Bi boneya derçûna Ev nameya min e ji Cîhanê re, 109 helbestên Emily Dickinsonê, Lîs bo raya giştî dide zanîn ku bi mebesta geşkirina helbesta Kurdî ya ku di qonaxeke xwe ya nû ya xwenûjenkirinê de ye, dê ev Rêza Helbesta Cîhanê bi navên gerdûnî yên wekî John Donne, William Blake, Samuel Taylor Coleridge, John Keats, Sylvia Plath, Anne Sexton, Langston Hughes, Carl Sandburg, Stephen Crane, Erich Fried û ji rojhilat û rojava bi gelek navên din berdewam be!

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Werger
Rûpel
Pîvan
Isbn
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613