Emerxanê Şikak – Ji serhildana Simko Heta Komara Kurdistanê (1906-1946)

19,67 

ISBN: 9786257253291

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVESTA335
Status1 Di stokê de hene
Categories

Emerxan Şerîfî naskirî bi Emerxanê Şikak, kurê Mihemed Şerîf Şerîfî, ji dayikbûyê sala 1874an e. Emerxan, yek ji karekter û kesayetiyên girîng û navdar ê Êla Kardar û Şikakan bû. Emerxan di çaxê serhildana Simko de, heta dema ku bi Simko re bûye, wek şêwirmendê destê rast û wezîrê şer ê Simko, xwedî rol û bandorek berbiçav bûye. Berî şerê yekem ê cîhanî û çend salan piştî wî şerî jî, di herêma stratejîk a bakûrê Rojhilatê Kurdistanê de, wek hevpeymanekî bihêz digel Simkoyê Şikak, di şer û pevçûnên navbera kurd û eceman, kurd û osmaniyan û kurd û rûsan de, beşdar bûye. Piştî vê ku bi plana hikûmeta Îranê di navbera Emerxan û Simko de nakokî çêbûne, Simko ew radestî hikûmeta Îranê kiriye. Piştî vê bûyerê, Emerxan wefadariya xwe bi hikûmeta Îranê ragihandiye û di bin fermana hikûmeta Îranê de, dijberiya Simko kirye. Sê salan piştî kuştina Simko ji aliyê Rizaxan Şahê Îranê ve, Emerxan jî, ji aliyê Hikûmeta Riza Şah ve tê girtin, cezayê zînada heta hetayê bo wî tê dayin û paşî mayina heşt salan di girtîgehên Îranê de, di serdema şerê duyem ê cîhanê de ji girtîgehê azad dibe û piştre cardin wek karakterekî girîng ê tevgera Rojhilatê Kurdistanê rolek mezin hebûye.

Emerxan sala 1942an, di serî de berpirsyarê şaxa Komeleya JK di Bakurê Rojhilatê Kurdistanê de bûye û çalakiyên berbiçav kirine. Piştre di avakirina PDK a Rojhilatê Kurdistanê de, bi Qazî Mihemed re alîkarî kiriye û wek endamê serkirdayetiya PDKê hatiye hilbijartin. Herwisa di avakirina Komara Kurdistanê de (22.01.1946) rolek mezin hebûye û tevî (Mihemed Husên Xanê Seyf Qazî, Mela Mistefa Barzanî û Heme Reşîdxanê Bane) yek ji çar generalên Komara Kurdistanê bûye û cihekî xasmanî di xebat û bûyerên wê serdemê de hebûye.

Mihemedsalih Qadirî dibêje: “Rast e ku ev pirtûk li ser Emerxanê Şikak û têkiliyên dûr û nêz ên wî digel bûyerên dema jiyana wî hatiye nivîsîn, lê min hewl daye tevî mijarên girêdayî bi Emerxan, li ser beşek ji dîroka 40 salî (1906-1946)an a girêdayî bi tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd di Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê de rawestim û rewş û siyaseta welatên herêmî û zilhêz ên cîhanî derheqê doza kurd di wan qonaxan de şîrove bikim.”

Agahî

Weight 0,51 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613