Du Zeylên Şerefnameya Bedlîsî Teksên farisî û tirkî û wergerên yên Kurdîya Kurmancî
Gera çend salên min li pey destnivîsên Şerefnameya Bedlîsî di kitêbxaneyên Brîtanyayê û cîhanê de -çi raste rast min û çi jî bi rêya katalogên kitêbxaneyên rojhilatê re, ez gihandim wê neticeyê ku ez wan zanyarîyên li ser 41 destnivîsên şahkarê Şeref Xan ku min bi dest xistine, ez wan berhev bikim û di kitêbekê de biweşînim
Di midetê wê ger û lêgerînê de ez tê gihiştim ku bi kêmasî du zeyl/pêvek ji bo Şerefnameyê hatine nivîsandin ku ji yên ji alîyê Mîrza Mehmûdê Baneyî û Fereculla Zekî el-Kurdî ve hatine nivîsandin cihê ne û xelkekî kêm nebe kesek jê agahdar nebûye. Ez xwedî bext û talihî bûm ku ew herdu zeyl bi destê min ketin û ez wan biweşînim:
Zeyla yekem, kesekî navê wî Şem’î nivîsandîye ku 82 sal piştî nivîsandina Şerefnameyê, kitêbê wergerandîye ser tirkî û Dîroka Şeref Xan, di behsa mîrên Egilê/Gêlê û Paluyê de, heta serdema xwe anîye.
Zeyla duyem, Mihemed Îbrahîmê Erdelanî ji bo Emanulla Xanê Erdelanî nivîsandîya û li ser wê nûsxeya [Şerefnameyê] zêde kirîye ku Xan wê diyarî daye Sir John Malcolm ê yekemin nûnerê siyasî yê Brîtanyayê yê Îranê. Midetê dîroka vê zeylê 320 sal e. Li vir dê wergerên herdu zeylan ên kurdî bikevin li ber çavê xwende- vanan.