Dîwarê Me Jî Hilweşandin-Nihat Gültekin
Celîlê Celîl:
“Nihat Can, ez te pîroz dikim, tu rêyekî rast da kar dikî. Serkeftin dixwazim.”
İsmail Beşikçi:
“Kitêbên bi wê rengi bên weşandinê baştir e. Piroz be.”
Mehmet Bayrak:
“Piştî van tiştan dibêjim, vê xebata bi navê ‘Dîwarên Me Jî Hilweşandin – Komkujiya Geliyê Zilan – Berxwedana Agirî’ ya Nihat Gültekinê ku heta niha bi dehan karen girîng, mifadar kiriye, dê tevîneke bi nirx û watedar li vê kuliyatê zêde bike.”
Eskerê Boyik:
“… Vê tevkujiyê, di havîna sala 1930’an de dest pê kir û berdewam bû heta koka xelkê wê deverê anîn. Gor salixiyên fermî, wê tevkujiyê de 15 hezar evdê bê suç û guneh nava çendeki da hatine qetilkirin. 24 gund kokbir bûn. Gundên Geliyê Zilan wêran kirin, şewitandin, bêruh kirin. Pirtûka Nihat Gültekin dîroka wê tevkujiyê ye. Min xwest analîzeke dirêj, berfireh binivîsim, lê dilê min teyax nekir, wijdan temûl nekir derheqa wê weşîtiyê da dirêj binivîsim.”
Rohat Alakom:
“Nihat Gültekîn ev çend sal in li ser mijara Komkujiya Zîlanê kar dike. Berê jî pirtûk û belgefilmekî wî derketibû. Érişên ku li vê geliyî qewimîne û gotinên şahidan rihê mirovan dicemidînin!”
Mehmet Gültekin:
“Pîroz dikim, ew 15-20 salên dawî de kitêba herî baş. Pîroz dikim.”
Mehmet Sanrı:
“Piştî komkujiya Geliyê Zîlan, dewlet bi mawê 20 salan deverên komkujiyê qedexe dike; hîç rê nade kes vegere wan deveran an jî biçe li wan deveran bigere. Carekê kesek yê ji Zîlanê derdora hindek cihên komkujiyê dîwar dike, hawzek ya hafizayê çêdike, dewlet wan dîwaran jî xera dike…”
Ömer Delikaya:
“Mamoste zanî dîroka devkî bo me kurdan ji belgeyên fermî muhimtir in. Ez ê li benda xebaten te yên li ser Agiriyê jî bim. Belki ne îro lê siberoj wê qîmeta van xebatan bê zanin.”
Ji bo hemû berhemên Doz Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Nihat Gültekin vir bitikîni