Dîmenin Ji Dîroka Winda-Samî Ehmed Namî
SAMÎ NAMÎ kurê helbestvan û nivîskarê kurd Mela Ehmedê Namî ye. Di sala 1939 an de li gundê Tilşeîra Aşîta qeza Qamişloyê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya serete li gundê xwe û ya bekeloryayê li bajarê Qamişlo bi dawî anîye. Bîst salan mamostayiya dibistanên taybetî û yên fermî kiriye û ji sala 1999 an de li Swêdê dijî.
Ji zaroktiya xwe de li ber destê bavê xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûye û tevlî tevgera kurdî ya siyasî, çandî û civakî bûye.
“Mamoste Samî bi bîrewerî ev rastî dîtiye û pirtûka wî ya di nav destê we de DIMENIN JI DIROKA WINDA nivîsandiye. Ev pirtûk nimûne ye û gaveke giring e, di warê parastin, nivîsandin, tomarkirina dîrok û serpêhatiyên gelê kurd de, li herêmek e taybetî, di heyameke taybetî û di pêvajoyeke aloz de”.
“Mamoste Samî kur û şagirtê wî perwerdevanê mezin e û ew ji refê xortên welatparêz e, yên ko dest avêtine xebata siyasî û ew afirandine. Ji ber vê yekê pirtûka mamoste Samî şahida gelek bûyerên winda û jibîrkirî ye û tiştê gelekî giring ev e, ko ew şahidekî rast û bi insaf e”.
Ji bo hemû berhemên Apec Förlag vir bitikînin