Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin

12,98  11,03 
-15%% Erzanî

ISBN: 9786057535887

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-133
Status2 Di stokê de hene
Categories

Di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne; yan jî hêzekê dide sehekên xwîner û xwîner  bi çêjeke din dihisîne. Yar û neyar dixe mêzîna hîçîyê. Mîna morîkên gerdenîyekê bi vegotinê bendeke dîtir çêdike  li hember dorpêçkirina bajêr. Bi vî awayî atmosfereke bênavendî ava dike. Û weku armanca wî ew be xwîner didahfîne wê navenda ku lê metalîk, xav, kal û bêgiyan in çek; bêgiyan e neyar, lê Amîda evê nabêje, yan jî ev ne li ser bala wî ye; berê wî li hin tiştên din e, bi tiştinî din mijûl e. Serqisê ew bi bêhna axê, vizîna bê, rîtma zemên, êş û azara mihacirîyê dadikeve, yan jî bi tu tiştî danakeve lê bi me werê tê.Dîyalog û monologên gelekî seyr ên rêya xwedîtinê di awêneyekê de didin mirov, rê didin mirov ku xwe bibîne bê çi li xwe dike bar; çi li wî bar e. Îrfan Amîda ne tenê jîyanê baş dibîne, ew raste rast wê bi mirov dide jîyandin jî.

Berhemên Nîvîskar