Ev xebat bi armanca tespîtkirina rewşa jinê û cihê wê ya civakî di romanên Kurdî (kurmanî) de hat nivîsîn. Xebata me bi teknîka metoda rewşî pêk hat. Vegira xebata me bi 10 pirtûkan hat sînor kirin. Me van pirtûkan li gor taybetmendiyên lehengên jin hilbijartin ku pîvana hilbijartina me zêdebûna lehengên jin û mijarên ku li dorhêla wan pêk dihat bû. Bi hevdeh lehengên sereke me rewşa jina Kurd di van metnan de hem ji aliyê şexsî û hem jî ji aliyê civakî ve vekola. Her weha em baldar bûn ku cih bidin hem romannûsên jin û hem jî cih bidin romannûsên mêr.
Bi gelemperî, nivîskar bi nêrîneke civakî lehengên jin dinivîsin. Bi taybetî jî ji ser lehengên jin balê dikêşin li ser hişmendiya mêyî. Her weha di nav civakê de axaftina li ser jinê zêdetir dibe. Bi vî awayî û bi vê hişmendiyê ve niqaşa jinê û niqaşa li ser mafên jinê zêdetir tê kirin. Me jî armanc kir ku van rewşan bibînin û van mijaran binirxînin.
Bi xwendina romanên Kurmancî ve me lehengên romanan nirxandin û me rewşên wan ên civakî û dengên wan ên civakî li ber çavan girt û bi çavekî rexneya wêjeya femînîstî, lehengên jin vekola.