Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê mane, bê wate dijî û di bajarê xwe de, di mala xwe de, bi diya xwe û bi dostika xwe re, xerîb û biyanî ye. Di wateya pêwendiyên bi derve re nagihîje û valahiyeke mezin di can û giyanê wî de peyda dibe. Lehengê romanê dinyayê bê wate dibîne lê ji vê bêwatebûnê nareve, li mirinê an li xwekuştinê nagere. Hêviya tu bihuştê û tirsa tu xwedayî nêzîkî dilê wî nabe û heta roja dawîn ji temenê xwe, ji wê pelepûçiyê hez dike û bê bawerî li bendî kêliya xwe ya dawîn dimîne.
Wergerek serkeftî
Mînaka duyemîn a ji wergerek baş ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus “Biyanî” ye. Biyanî romanek felsefîk e, ziman zor e. Bi salan berê bi tirkî xwendina mina “Biyanî” gelek bi zehmet bû; ez baş tênegihîstibûm, min jê hez nekiribû. Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweşik û herikbar ev berhem wergerandiye Kurdî. Bi kêfxwesî di du rojan de min xwend û qedand û ji vê berhemê hez kir. Ez dixwazim wergerek Fawaz Husên a din mînak bidim. Ew jî klasîkek zarokan e ji nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupèry “Mirzayê Picûk” e. Ez panzdeh salî bûm min bi zimanî tirkî xwendibû û niha ez çi salî me, bi kêf û ços wekî zarokek, ciwanek lê bi zimanî xwe xwend. Bi rastî bi qasî ku tê bîra min wergera tirkî û ya niha bi Kurdî min xwend da berhev a Kurdî hê serkeftiye. Mîna ku di “Biyanî” ya Camus de ziman gelek delal û zelal diherike. Ev her du berhemên werger ên ji hêla Fawaz Husên ve hatin wergerandin çima, ji bo çi serketî ne? Bi ya min, Fawaz Husên a yekem hakimê berhemên ku wergerandine ye; ji navaroka berhemê tevgeriye û wergerandiye. A ya duyem di pirtûkan de jî hatiye eşkere kirin ku werger ji zimanî berheman a resen hatiye wergerandin.
Kazim Polat, Diyarname. 13.08. 2012