BARZAN DIGIRÎ (Enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan)

9,75  8,29 
-15% Erzanî

ISBN: 9786056742217

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUSİTAV0063
Status1 Di stokê de hene
Categories

Dema behsa Enfalê tê kirin piranî Helepçe tê zanîn. Ango wisa tê zanîn ku di Enfalê de qetlîama Helepçe pêkhatiye û zêdetirî Pênc hezar însan hatine qetilkirin. Lê di Enfalê de 182 hezar însan hatine qetilkirin. Helepçe parçeyek e ji Enfalê. Wekî Helepçê parçeyekî mezin yê Enfalê enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan e. Leşkerên Seddam di sala 1983’an de rojekê êrîşê dibin ser gundên devera Barzan û kampên ku barzanî tê de digirtin. Di vê êrîşê de di ser 12 saliyê re tu zilamekî nahêlin, ango 8000 mirovan digirin û dibin. Ew 8000 mirov careke din li malên xwe venagerin. Di sala 2006’an de 500 cenazeyên wan li bakûrê Bexdayê di goreke komî de hatin dîtin. Cenazeyên wan anîn devera Barzan veşartin. Heta niha tenê ew cenaze hatine dîtin. Ji 7.500 kesên din hê jî tu agahiyek tune ye.

Heta niha li ser vê jenosîdê tu kesê roman nenivîsiye. Yekem car e romana Enfalê ji aliyê Bûbê Eser ve tê nivîsandin. Ev roman parçeyek ji jiyana Mela Mistefa Barzaniyê nemir û sedemên pêkhatina Enfalê ye bê ka Enfal bi piştgiriya welatfiroş û xwefiroşan çawa pêk hatiye. Roman ji devê şahideke zîndî ya wê demê, pêk hatiye. Ev şahida zindî bi eslê xwe jineke rûs e ku dema Barzanî û pêşmergeyên xwe çûne Sowyetê û li wir bi pêşmergeyekê re zewciye. Wê jinê di şerê di navbera Sowyet û Elmanyayê de bav û birayê xwe windakirine. Di Enfala 8000 Barzaniyan de jî Mêr, kur û du zawayên xwe windakirine. Ev roman wekî dîrokeke zindî ji devê vê jina şahida zîndî pêkhatiye.

Bûbê Eser bi keda heft salan ev romana giranbuha ji bo we xwendevanên hêja amade kir û pêşkêşî we xwendevanên ezîz kir.

Hûnê di vê romanê de êş û elemeke wisa bibînin ku hûn bi xwe jî dê bibin hevparê wê êşa ku li tu dereke dinyayê nehatiye dîtin. Hûnê bibînin bê ka çima li devera Barzan jin hîn jî şînê digirin û cilên reş li xwe dikin. Hûnê bibînin ka çima di sala 1984’an heta sala 1992’an li devera Barzan zarokek nehatiye dinyayê. Hûnê gelek tiştan di vê romanê de bibînin ku wekî janeke zirav dê xwe berde nava we.

De fermon hûn û romana Barzan Digirî…

Agahî

Weight 0,35 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613