Bartlebyê Nivîsevan (1853), novela Herman Melville, di dîroka wêjeyê de, ya ku mirovahîyê pak dike, bûye yek ji berwexttirîn deqên rijd û qurs, yek ji mizgînberan bo şahkarên di vî warî de. Her wisa jî Bartlebyê Nivîsevan bere bere bûye yek ji nemirtirîn berhemên Herman Melville bi xwe, yê ku di saxîya xwe de qedr û qîmet nedîtîye, lê îro bi gelek berhemên xwe ve, bi taybetî jî bi Moby-Dicka xwe ve, nivîskarekî hemû mirovahîyê ye. Warê bi navê werger ê ku “gulvedana gewre” ya wêjeya Kurdî ye, ji berêkê ve ber bi qonaxeke firehtir ve bi xwebexşîya gelek wergêrên Kurd ên xort û ciwan gavên hêvîbexş davêje. Ji bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku Bartlebyê Nivîsevan a Herman Melville jî tevî vê qonaxa dûr û dirêj dibe. Bartlebyê Nivîsevan tevî şanzdeh xetên wênesaz Sevinç Altanê, yên ku ji bo vê wergera Kawa Nemir bi taybetî hatin çêkirin, dê bibe delîve da ku xwînerên Kurd di nava hevoksazîya Melville re raperîna bêdeng a mirovê asê bibînin û gelek tiştên din jî “bixwînin”.
Bartlebyê Nivîsevan
6,82 € 5,80 €
-15% Erzanî
ISBN: 9786059014083
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,10 lbs |
---|---|
Nivîskar | Herman Melville |
Weşanxane | Lîs Yayınevi |
Rûpel | 84 |
Sal | 2014 |
Isbn | |
Ziman | Kurmancî |
Werger | Kawa Nemir |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Labîrenta Cinan
- Nivîskar: Hesenê Metê
- Weşanxane: Peywend Yayınları
11,96 €10,17 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Mişk û Mirov
- Nivîskar: John Steinbeck
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
6,99 €5,94 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Firîna Bi Baskên Şikestî
- Nivîskar: Helîm Yûsiv
- Weşanxane: Peywend Yayınları
7,79 €6,62 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Rojekê Bi Tena Serê Xwe
- Nivîskar: Vedat Türkali
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
21,98 €18,68 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Bendar&Kehaneta Sêmenda
- Nivîskar:
- Weşanxane: Mori Zarok
11,65 €9,90 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Ciwanên Bêxwedê
- Nivîskar: Ödön Von Horváth
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
10,75 €9,14 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik