27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê

16,50  15,35 

ISBN: 978-605-74711-8-5

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUKİL7
Status3 Di stokê de hene

Ansîklopediyeke Kurdî ya bi Kurmancî heye tuneye ni­zanim!. Bawer nakim ku ansîklopediyeke Kurdî hebe, biser­de jî ansîklopediyeke klasîkên cîhanê ya wejeyî  ku nivîskarê bijarte hebe pê nizanim. Bi vê ramanê ketim riyeke xêrê, belê gelek jî dijwar li her santîmekê kelemek, astengîyek û dijwarîyek li pêş te be!. Di nav ewqas pirsê wejeyî yê dijwar de hêjaya ansîklopediyeke wejeya klasîka cihanê bi Kurdî çi giringîya xwe bilez hebe!? Ne ji leziyê hinekî  ji meraqê dest pê kir, babet bû pirseke li ber deriyê min sekinî, min ni­karî xwe şûnde bigrim, sedem ji bo rewşenbîrî û ronakbîrî kêm û zêde ew zanistî û agahdariya bo nivîskarê Kurd nifşê nû yê dahatû re bingeheke zext û girîng e!

Mebest ji pêdivîyekê hat pêş, sal zeman di ser re derbas bûn îro berhemeka di destê we de hate holê. Ji bo pêdivîya en­tellektulê Kurd ango întelexentsîya Kurd ji van klasîkên cîhanê xeberdar û agahdar bin! Lewra me ewqas karê girîng girte ser milê xwe. Îro nifşê nû ne wekî yên çel an pêncî salî berê bê pişt in. Nifşê nû derfetê bi dest dixîn bixwînin û bi zimanê cîhanê bizanin, ji wan re xwendina klasîkê cîhanê ne pirsgirêk e. Ragîhandinên nûjen wek înternet bi saya wî google, wikipedia û pirtûkxanê online li ber destan e. Ji kesatîyê zîrek û jêhatî re fersendên mezin peyde bûne, bes bila armanc xebata netewperwerî be. Ji me re jî ew derfet peyde bû komputer û în­ternet îcad bûye.

Ji bo min ewilî klasîkên cîhanê bûn meraq daku wergerînim û jiyana nivîskarên cîhanê pêşkêşî raya giştî ya kurd bikim. Ev xebat bi mebesta nivîskar û derdorên li ser kurdî xebatê dikin bibe alîkar hatiye nivîsandin. Ez hêvî dikim ev xebata min barê li ser pişta nivîskarên kurd siviktir bike.

Vê cîlda destê (Guldesteyek ji edebiyata cîhanê)wê de nêzikî deh salên min girt. Min şev û roj karê vê xebata ansîklopedîk kiriye. Jiyana min a taybet her berdewam bû. Min him karê xwe yê malê dikir him jî jiyana niviskarên edebîyata cîhanê dinivisî. Wê wextê înternet girîng bû, lê erzan nebû û tomarkirin zêde wexta min digirt; dû re bijartina klasîkên ji kîjan welatî, wê çend nivîskar bin, xwendin û pejirandin û şîrovekirina wan pir wext digirt. Min ji nivîskarên Ewropayê dest pê kir, çend nivîskarên Holandî, Almanî, Swêdî û Fransî yên berhemên wan bûne klasîk û navdar in yên sedsala çûyî û yên nûjen amade kirin.

Min ji bo cîlda yekem çend nivîskarê ji welatê rojhilata navîn jî tevlî kir ku “Guldesteyek ji edebiyata” cîhanê bibe berhemeke rengîn û dewlemend. Loma du nivîskarê navdar ji Îranê, dudu yê Îsraîlê, yek ji Fîlîstînê, yek ji Misrê û yek jî ji Lubnanê girt nava berhemê. Mebest ji hilbijartina van nivîskaran ew li we­latê xwe û cîhanê navdar in û pir têne xwendin, bûne klasîkên cîhanê. Demeke dirêj min ked da vê berhemê ger bi feyde li xwendekar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd bike, ez ê kêfxweş bibim.

            Yusuf Kaynak/Lahey, 14ê Adarê, 2019

Agahî

Weight 0,60 lbs
Nivîskar
Rûpel
Kategorî , ,
Ziman
Weşanxane
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613