“… Zarok, ji deriyên dikirin çîrkeçîrk ve dipekiyan kolanê, bi birê dileyîstin, dikirin qîjewîj û bi dûr diketin. Rewşa van zarokan, hin pêxwas, hin bi cil û bergên peritî û hin jî bêderpê bûn; lê awirê wan diçirisîn. Ev rewş bi Beytar Nûrî xweş hat. Wî di dile xwe da got:
-Di van rojên xwe da, heta ji we tê berî her tiştî bikenin. Siberojek wisa li benda we ye ku hûn ê firsendê nebînin bikenin jî.
Dû re wî rêya xwe domand. Hestên wî tevlîhev bûbûn. Wisan noq bûbû ku wî ne ferq kir bê ka kengê ji kolanê derketiye û ketiye şahrêyê; ne qehwexaneyên qerebalix ên ku di ber wan re derbas dibû; ne jî merivên ku bi vî alî û wî alî da dibezandin, ferq kirin. Hişê wî çûbû ser kirinên hikûmeta tirk û Mifetîşîya Giştî û tiştên ku wan dixwest bikin.Dilê wî jî çûbû Dêrsimê. Geh ev pirsgirêk, geh ewa din bi ger dihat ber hişê wî û asê dibû tê da. Di serê wî da pirsgirêk ketibûn nav hev û li pey hev rêz bûbûn…Weşanxane: Deng
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613