Ava Sor-İbrahim Osman
Ava Sor, çîroka liberxwedana gelê Kurd e; ku ji jiyana rastîn a têkoşerên tevgera azadîya Kurdistanê hatiye wergirtin. Di vê romanê de ku ser çiyayên gerîlatîyê diaxive, nivîskar ne dûr ket û ne jî li ser qehremanan nexwestiye xewn dayîn. Qehremanên wê çîrokê, rêheval û hogirên ku li derdora wî dijiyan, ew kesên ku jiyana xwe bi xwîn û pêxwasî ve kiribûn.
Doşekên wan erd, balgîfên wan kevir û lihêfên wan esman bûn. Her çendî çîrokan cuda bûn, lê dema ku ji heman deşt û jorên newalan radibûn, bi Ava Sor re diherikîn. Dibûn yek gîyan, yek beden. Di nav stêrkan de, digeriyan.
Jiyana her yekî mînakeke bêhempa bû, roman û destaneke ku nehatiye nivîsandin. Ava Sor, çavkanîya lêgerîna gelê Kurd e; lêgerînekî ku duh jî hebû, îro jî heye û heta gelê Kurd bigihêje mafên xwe yên xwezayî, ê herdem berdewam be.
Bûyer û serpêhatîyên vê romanê rast in – ne xeyal, ne afirandî. Ava Sor beşekî bîranîna nivîskarê xwe ye; dengê herikîn û hawara robarê Dîcleyê ye. Bi nalîn û qîrîn diaxive çîroka navbera her du çeman.
Ji bo ku ew rojên giran neyên ji bîr, di nav dirêjahîya salan de winda nebûn, û rojekê werin bibin malê dîrokê, diviyabû ev jîyan bihata vegotin.
Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên İbrahim Osman vir bitikînin