Deqên Qesas

7,24  6,15 
-15% indirim

ISBN: 9786059295161

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-101
Status4 Di stokê de hene
Categories
Eger edebiyata zimanekî berhemên ku ji gelek hêlan ve wê bilerizîne neafirîne li gel vê yekê teb û toreyê heyî yê wêjeya ku li ser hêşîn dibe têk nebe ew wêje piştî demekê radiweste û hêz û qeweta xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî berhemên ku teb û toreyên heyî têk dibin di wêjeya wî zimanî de berendamê şaheserîbûnê ne û dibin qûçek mezin ê wê wêjeyê. Ji wêjeyê re dibin nefes û riyeke nû.
Divê mirov berhema Deqên Qesas a Lal Laleş ku piştî “Berbejna Rê” ku wekî dîwana wî ya duyemîn derçûye, di vê çarçoveyê de binirxîne. Ligel pirtûka ku ji gelek hêlan ve balê dikişîne jî hêla wê ya herî balkêş û bi tesîr zimanê wê ye. Rast helbesta modern a kurd zimanê xwe afirandiye. Lê rastiyeke din heye ku bûye sedemê rawestandina zimanê helbestê ji ber ku her diçe zimanê helbesta modern nêzî hev bûye û şibiyaye hev. Ev rewş helbesta kurdî ber bi xetereyê ve dibe û rê li ber wê digire. Di demên wisa de di zimanê vê edebiyatê de helbestvanên ku peyvan daqûl tên wan didin ber tîran divê hîn bêhtir li peyvan daqûlên, ji nû ve ruhekî bidin wan têkiliya di navbera bêjeyan de ji nû ve saz bikin. Dîsa peyvan bi hev re ava bikin. Tiştê ku di “Deqên Qesas” de ku helbest van dixwaze bike ev e. Ji bo wêje û zimanê kurdî bûye hilmek.Deqên Qesas bi bikaranîna zimanê xwe hem di nava wêjeya cîhanê de hem di nav a kurdî de û hem jî di qonaxa wêjeya kurdî ya gîhaştî de sekneke xweser e.

Agahî

Weight 0,13 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar