Kevirên Bendewariyê

6,99  5,94 
-15% indirim

ISBN: 9786059014496

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-151
Status3 Di stokê de hene
Categories
Bager telpê davê’ esmên –
Bagerînk tev rakirî –
Ha dehbekî dike zûkîn,
Ha nolanî zar digirî,
Ha li qesela li ser ban dixe,
Dike dewî û dengî,
Ha li pencereya tam dixe
Mîna rêwîyê derengî.”
Alêksandir Pûşkîn
Kevirên Bendewarîyê, pêncemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stenbol, 2003; Lîs, Amed, 2014), Bîşenga Deşta Dûr (Lîs, Amed, 2006), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats, James Joyce, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare, Emily Dickinson, Sylvia Plath, William Blake, Tennessee Williams, Yavuz Ekinci, Herman Melville, Oscar Wilde, Stephen Crane, John Berger û gelekên din, 69 helbestan bi xwe ve digire.
Wekî helbestkar, çîroknûs, wergêr û edîtorekî zimanê Kurdî, Kawa Nemir ev bîst û pênc sal e, ji destpêka qonaxa Nifşê Rewşenê yê Bakur û vir ve ye, bi tenê ji zimanê Îngilîzî; ji wêjeyên Îngilîzî, Îrlandî, Emerîkan, Keneda, Awistralyayê û Tirkî, devîdevî 7000 helbest, bi dehan kurteçîrokên çîroknûsên navdar ên van wêjeyan, çendîn şanoname û çendek roman wergerandine Kurdî.
Tevayîya helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye ji du şax, çiqr û geverên serekî dizê: Ya yekem ji kelepora li keşkola dêrîn a Kurdî civîyayî, ji deng û şêweyên rabirdûyê yên her-dem-nû dikişe ber bi îro ve. Ya duyem ji nava şax, çiqr û geverên parzemînên helbesta cîhanê de dertê, ku ev yek jî xwe dispêre wergêrîya wî ya ku ev serê çaryeka sedsalekê ye her berdewam e. Di vê çarçoveyê de, helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye û dinivîse, ji alîyê bihûrgilîbûna xwe, pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê, îroyê û sercema kelepora Kurdî, nûjenîya xwe û dijwarîya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin, lê bi şikra îro, van gotûbêjan rê li ber sînerjîyeke hêjayî behsê xweş kirine.Kevirên Bendewarîyê, pêncemîn berhema wî ya poetîk jî bi nimûneyên navhatî ve tijî ye. Di vê berhema wî ya nû de pirranîya 69 helbestan yên kurt in, ku wek dûmahîka berhema wî ya çarem, Bêdengî û Tiştên Din, dane ser rêya helbestkarên gewrê yên gerdûnî yên wek T. S. Eliot û Yannis Ritsos. Lê di dawîya vê dîwana nû de surprîzek heye. Ew jî ew e ku Kawa Nemir deh helbest li ber best û îlhama Fêrîkê Ûsivê gewre nivîsîne.Weşanxaneya Lîs a ku bi weşandina hemû berhemên Kawa Nemir berdewam e, bi weşandina Kevirên Bendewarîyê ya Kawa Nemir ve hindek qûçên teze di helbesta Kurdî ya hevçerx de bilind dike, ya ku dibêje:
“Ji ser pişta xwe ya zêrê sar de li Demê hiltêm.Li nava gîhayê ku xwe mêrg dihesibîne, lê kewş e,Xewş e bûnewera xwe li laşê min disepîne, tewş e.Navan li gunehên min dikin, tarîya xwe dihêlim.”

Agahî

Weight 0,1 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar