Girava Gencîneyî

7,90  6,72 
-15% Erzanî

Girava Gencîneyê, Romana klasîk a serbûriyan a Robert Louis Stevensonê nivîskarê Skotî, ku di sala 1883’yan de çap bûye û gencîneya me ya zanyariyan û hêmayan a li ser giravên tropîkal, nexşeyên ku ciyên gencîneyan nîşan didin, korsanên bi yek çavî, di şûna destên wan ên jê bûyî de qanceyên bi zendên wan ve, ango bîra me ya li ser van tiştan, bi giranî xwe dispêre Girava Gencîneyê û çend berhemên ku xelefên wê ne.

ISBN: 9786055683405

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS279
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Îngilistana sedsala 18. Xaneke bi navê Xana Amîral Benbow a li ser piyê perava başûrê Îngilistanê. Jim Hawkinsê xortik ê kurê xwediyên vê xana ku dihêle ev malbat encax bikaribe bidebire. Heyameke ku li cîhanê, li ser deryayên dûredest, keştî û qewteyên keleş, korsan û rêbirran didine çirvîtkan, rojekê riya kevnekorsanekî bi navê Billy Bones bi vê xanê dikeve. Billy Bones ne yekî xalî ye, bi hatina ku tê xanê, qedera Jim Hawkins û malbata wî û birrek kesan diguherîne. Bones, li gel ku dibe sedema mirina bavê Jim, bi xwe re bela û bobelateke mezin jî tîne. Ji ber ku Bones li pey gencîneya korsanekî xeternak ê bi navê Flint e, ku Flint bi xwe kevnehevalê Bones e, ji bo ku vê gencîneya ku ji aliyê giraniya xwe ve bê hevta ye bi dest bixe, li kar e her tiştî bike. Bones wexta hatî vê xanê, pê re nexşeyek heye, ku nav û nîşanên giravekê û ciyê ku ev gencîneya mijara behsê lê hatiye veşartin nîşan dide. Lê çembera bûyer û qewaman fireh dibe, li şûna ku gencîne bibe para vî korsanî, bûyer û qewam dikin ku Jimê xortik bibe serpêlewanê çîrokê û li pey vê gencîneyê dest bi serpêhatiyeke dûr û dirêj bike.

Girava Gencîneyê. Romana klasîk a serbûriyan a Robert Louis Stevensonê nivîskarê Skotî, ku di sala 1883’yan de çap bûye û gencîneya me ya zanyariyan û hêmayan a li ser giravên tropîkal, nexşeyên ku ciyên gencîneyan nîşan didin, korsanên bi yek çavî, di şûna destên wan ên jê bûyî de qanceyên bi zendên wan ve, ango bîra me ya li ser van tiştan, bi giranî xwe dispêre Girava Gencîneyê û çend berhemên ku xelefên wê ne. Ev romana ku yek ji wan romanên klasîk e, yên ku bi her awayî berhemên nemir in, bi derengî be jî, êdî wê xwendevanê Kurdî bikaribe wê bi Kurdî bixwîne. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Bilal Çelik.

Agahî

Weight 0,27 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman
Werger

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613