Antolojîya Çîrokên Kurmancên Başûr

6,74  6,27 

ISBN: 9786055585884

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-204
Status2 Di stokê de he ne
Kategorî,

Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin û nivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi Kurmanciya jêrî bûn. Kovar, rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî, di wan salan de, xortên Kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendîn nivîskarên Kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendîn romanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînan ronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata Kurmanciya jorî gelekin û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistana Başûr, bi Kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendî ve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê, piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir.Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne û hindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekî sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê dinav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet ûşîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniya nivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê Kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran, perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêz dike û pirraniya wan bi tîpên Erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaran hatiye parastin.
(…)
Cemîl Oguz, diyarname.com, 12.02.2012

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar