Lêkolinek Li Ser Zimanê Kurdî

12,39 

ISBN: 9786059017800

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA-178
Status5 Di stokê de hene
Categories
Armanca xebatên rêzimaniyê; naskirina qeydeyên zimîn e. Loma di vê xebatê de, ez ji qeydeyê tê zanîn re li mînakan negeriyam. Min xwest, ez qeydeyên di bêje û hevokên kurmancî de hene bidim naskirin, lewra van qeydeyana perwerdeya zimîn in.
Di zimanekî de rêbaza bêjeçêkirinê çiqas hêsan û kêrhatî be, ew zimana ewqas hêsan vedije û dewlemend dibe. Bêjesaziya hêsan, perwerdeya zimîn jî hêsan dike. Morfolojiya kurmancî gelek kêrhatî û hêsan e.
Heta nuha rêxistinên zanistî li ser zimanê kurdî lêkolîn nekirine. Bi destê aqademîsyenan bêjeyên kurdî sadir nebûbin jî kesên kurd, bi hezaran bêje,wek têgîniyên rêzimanî û ragîhandinê, afirandine.
Kesên ku rêzimana kurdî nivisîne, yek jî bi fîlolojîya kurdî perwerde nebûne. Pirî wan nivîskarana mamoste ne û bi tirkî perwerde bûne. Eger kesên wek me kanin rêzimanan binivîsin, va yeka ne ji şarezatiya me ye, ji tekûzbûn û sivikbûn û zelalbûna vî zimanê şîrîn e.
Wek her zimanekî di zimanê me de jî qeydeyên siruştî hene. Gelê me bi hezaran salan in, li ser van qeydeyan bi hev kirî ne. Ya ji me tê, qeydeyên di zimanê me de hene, em wan rast nas bikin û baş bidin naskirin. Qeydeyên morfolojiya kurmancî bi hewayek zanistî tasnîf bikin.
Di vê lêkolînê de mijara hemû bêjeyan nemaze lêkerên kurmancî- bi dorferehî hatiye nirxandin. Gelek xalên nû li rêzimaniya kurmancî hatine zêdekirin. Sentaksa kurmancî belkî cara ewil e, bi rêbazek zanistî û rêkûpêk di vê pirtûkê de hatî nirxandin. Pêwendiya di navbera hêmanên hevokê de û cûrên hevokan bi zelalî daye naskirin. Di vê pirtûkê de, mînakên ji bo şîrovekirina têgîniyên rêzimanî hatine dayin, hemî ji zargotina kurmancî û nivîskarên navdar hatine girtin.
Aramanca min, geşkirina kurmanciya me ya wek şîrê dayika min şîrîn û pakij e. Hêvî dikim, hûn jî bi pêşniyar û rexneyên xwe pişt bidin vê xebatê. Em bi hev re zimanê xwe geş bikin û pêş ve bibin.

Agahî

Weight 0,50 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613