Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê

21,89  20,36 

ISBN: 9786257734110

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUSÎTV-94
Status22 Di stokê de he ne

Mebest ji berhevkirin ‌û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin.

Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe.

Berhema Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî agahiyên berfereh radigihîne.

Ev berhem bi awayekî berfereh mijarên weke binemala Zerdeşt û peyrewên wî, wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş, fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt, fikir û ramanên Zerdeşt, nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de, felsefeya Ola Zerdeştî, jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve, başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de, yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî, Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî, di Ola Zerdeştiyê de firîşte, yezd, pirtûka Avesta û şerha wê , raborî û çîroka Avestayê, der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre.

Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd deriyekî agahiyê ye.

Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye.

Agahî

Weight 0,60 lbs
Kategorî
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman
Werger

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613