Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an 1

22,80  21,20 

ISBN: 9786057920591

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUsitav001
Status9 Di stokê de he ne
Kategorî

Avabûna Komara Kurdistanê li sala 1946’an rûpeleke girîng û trajîk e li dîroka gelê kurd û Kurdistanê. Gelek kesan li ser vê yekê gelek pirtûk nivîsandine, lê dîsa  ev pirtûk xwendewanan têr nakin, ji ber ku belgeyên bingehîn yên ji arşîvên dîplomatên dewletên ku berjewendîyên wan (pozîtîv yan jî negatîv) li van bûyeran hebûye, hîn ne hatine vekirin. Her wiha derbarê komarê de hîn jî ji devê kesên di komarê de cih girtine zêde tişt nehatiye bihîstin.

Kakşar Oremar salên dirêj e ji bo ronîkirina dîroka Komara Kurdistanê dixebite, gav bi gav dişopîne û bersivên gelek pirsên baldar radestî me dike.

Taybetîyeke kar û xebatên wî ya lêkolînarîyê yek jî ew e, (tiştê ku berî wî ji alîyê gelek nivîskaran ve hatibû piştguhkirin), ew lêgerînên wî yên zindî ne ku li gel wan kesan kirine ku bi xwe di komarê de cih girtine. Bi rêya hevpeyvînên bi wan kesan re gelek tiştên nayên zanîn raberî ber me kirine. Van yekan mirov nikare di tu arşîvan de bibîne.

Ev cara yekem e ku hevpeyvîn û bîranînên kesayetên dema Komarê tên weşandin. Kakşar bi sebir û bênfireyî salên dirêj bîranên kesayetên dema komarê civandine.

Pirtûka ku ji du beşan pêk tê 648 rûpel e û rengîn e. Beşa yekem 160 rûpel nirxandin û analizên li ser komarê ne. Beşa duyem jî ji hevpeyvînan pêk tê. Di dawîya her hevpeyvînê de komek wêneyên têkildarî mijarê hatine bicihkirin. Ew wêne bi serê xwe dîrokî ne û gelek tiştan raberî mirov dikin.

Kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin ev in:  Mîna Qazî (hevjîna Pêşewa Qazî Mihemed); Elî Qazî (Kurê Pêşewa Qazî Mihemed), Îfet, Munîr, Perwîn û Suheyil Qazî (Keçên Pêşewa Qazî Mihemed), Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî (Yek ji pêşengên leşkerî yên dema Komarê), Kerîm Zend (Mamosteyê dema Komarê), Menaf Kerîmî (Wezîrê Perwerdehîyê yê Komarê), Xenî Bilûryan (Sîyasetmedarê dema Komarê)

Agahî

Weight 0,62 lbs
Kategorî
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar