Xunava Gulan

6,99  -10% 6,29 

ISBN: 9786054497386

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS260
Status1 Di stokê de hene
Categories

Xunava Gulan Agahî

Weşanxaneya Lîsê ya ku bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, sêyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Xunava Gulan weşand.

Xunava Gulan, sêyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006) û Tevna Holejînê (Lîs, 2012) 51 helbestan bi xwe ve digire, yên ku li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê behsa têkoşana azadiyê ya Kurdan vedibêje.

Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Xunava Gulan, di sala 1964’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978’an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004’an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike:

 

Baran

 

dibarî barî barî

baraneke xweş barî

 

gul vebû bilbil kenî

agir gurr bû li banî

 

çavên har dikevin dar

derd û xem gêr dibin xwar

 

ji kûr dengek hate der

bi hewar û bi keder

 

baranê rakiribû lehî

dar bişkivîn bi şahî

 

nêrgizan kiribû kenî

xwezayê kesk li xwe danî

 

baranê wekî bêhna gulan

sermistî da niştinan

 

ji kûr dengek hate der

bi hewar û bi keder

 

 

Xunava Gulan a Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe, bi zimanê xwe yê sade ve li kelepora helbesta Kurdî ya xurt zêde dibe.

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Ziman
Rûpel
Sal
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613