Xewna Dawî

6,47  6,02 

ISBN: 9786059295338

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-070
Status3 Di stokê de hene
Kategorî

Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê “mîna guleke êvelî, ger bubuhire jîna me” bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî, di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir, ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir. Ew, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, mişt-evîn, biratî û bextewarîyê bû. Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt. Lew, helbestên Berehî digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê ye jî. Wî êş, jan û kula zaroka hê navlênebûyî, ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê, gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin, karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de, jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên.

Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka (çand, hawirdor, xweza…) Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Ew ji xwe dide rê, bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr, wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn.

Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew, ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev, zede dike; hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işqê dikeve nava hewldanekê. Ji qewla Kawa Nemirî “Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe… yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de…” di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike.

Agahî

Weight 0,14 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî ,
Rûpel
Pîvan
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar