Xelek, seba go çîrokê di nava xwe’d bi’hebîne û ew bixwe jî di nava romanê de bi’hebe, qebûlên ferzkirî ên çîrok û romanê diçirrîne, tixûbê navberê radike, çîrok û romana cihlê’herrimî diherikin nava hev du û veguhêztineke efsûnî diqewime: Xelek. Ev Xeleka efsûnî bi ser xwe de tê girtin û lîstika hê nehatiye nivîsîn dest pê dike: Perde tê vekişandin, di ronahiya vemirî de, qilafetê tariyê kişif dibe û paşê dengek tê bihîstin, ev ne dengê sûflor e, ne jî dengê lîstikvên. Hew qilafetê tariyê heye li ser dikê û dengekî bêdev:
“Ez di vî fîlmî de hem derhêner im, hem listîkvan.”
Di tunebûna qilafetê “ez” de, deng, di bêdengiya bilindahiya xwe de dibe EpîFanoz, çirûskên Epîfanozê, qilafetê tariyê dike mirêkeke derizî û di derzan de kom-dîmen û kom-bûyerên neqewimî ji çavan ve ditesilin.
Gotin, her go hev du dixwun, qewmîn zêdetir dibin.
Deng, her go di bêdengiya xwe de hildişe, bejna metna Şems Qemer ji nava Tsûnamiya Romanê û Entropiya Çîrokê bilind dibe ber bi asoyên edebiyatê ve:
“Li ser xalîçeya dîwêr, xezalek li ber avê; çavek li avê dinere, ê din li ber revê.”
Kovan Baqî