Di berhevoka xwe ya bi navê “Teyrikên Jirêketî” de, Tagore pendine jîyanî bi awayekî helbestî û felsefeyî yê kûr pêşkêş û berbiçav dike, ew yek danheva serpêhatîyên wî ye, ên dagirtî bi jîyanê di jîyanê de.
Meraqa wî ya herî kûr û aza tê de ew bû ku dîmena heyîna mirovane ya gelemper di ser hemû êşên xwe re berz û bilind bike, ew yek jî bi bişaftina bîsteka jîyanî, di rêya gotinê re, di kovika bawerîyeke kûr bi mirov û bi heyînê wekî hev tek bi tek de. Ew xem û meraqa ku piranîya hîndekarî, felsefe û olên dêrîn li dorê diçûn û dihatin.
Dibe ku Tagore bi zimanê xwe yê tenik ê birînveker di berhevoka xwe de, dixwest gazî me bike da ku em çendekekê rawestin û li naveroka jîyana xwe di vê heyînê de temaşe bikin, di ser vê yekê re jî, ew ji me re vexwendineke lezgîn e ku em xwe ji hemû girêdanên teng û lipeyçûnên astengdar, di rêya pêşketinê de, rizgar bikin û di lêgerîna têkûzîyê di heyînê de, em xwe dîsa ji hemû rengên mejîgirtinê, li seranserî cîhanê, dûr bikin.
Bi pendên xwe yên kûr û bi helbestên xwe yên rengereng mîna keskesorê, Tagore me li ser baskên firindeyên xwe yên jirêketî dike û me li windageha nîgaşdanka jîyana me ya kambax digerîne, bi hêvîya ku pareke me ji çakzanîya wî ya deryayî hebe!