Tevna Holejînê Agahî
Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006), 36 helbestan bi xwe digire, yên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewrûpayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya Kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje.
Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Tevna Holejînê, di sala 1964’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978’an de derketiye derve, di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004’an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirrana bi Kurdî pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike.
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613