Teoriyên Folklorê

7,13  6,06 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059295116

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULİS-118
Status3 Di stokê de hene
Categories
Demeke dirêj li seranserê cîhanê û di nava Kurdan de jî armanca xebatên folklorê, berhevkirina berhemên folklorê bû. Bêguman ev karekî gelekî bi qîmet bû lê îro ligel karê berhevkarîyê, nîqaşeke girîng, fêmkirina berhemên folklorê û karîgerîya wan ya li ser jîyana civakî û takekesî ye. Ji bo gihîştina vê armancê, gelekî girîng e ku lêkolînerên folklorê xwendineke taybet li ser teorîyên folklorê bikin û hay ji rê û rêbazên lêkolînên zanistî hebin. Bêguman, dema ku em li ser teorîyên folklorê hûr bibin divê em ji bîr nekin ku; ligel hevbeşîyeke berbelav, di folklora her gel û herêmê de hin cudahîyên karakterîstîk jî hene. Lewma divê em bizanin ku tu çarçoveyeke giştî ya teorîk li çanda herêmeke taybet ji sedî sed nikare bê tetbîqkirin. Hingê tesbîtkirina van xalên ku di navbera teorî û çanda spesîfîk de jêknegirîyê pêk tînin; hem xizmeta pêşxistina teorîyê dike û hem jî rê vedike ku naskirineke kûr ber bi wê çanda spesîfîk ve pêk were.
Naskirina çand û folklorê, bi xwe re naskirina takekes û civakê tîne. Lewre di vê keveneşopê de em, kodên hişmendîya civakî-takekesî, derûnîya civakî-takekesî û sîstema ku civak li serê rûniştiye dibînin. Divê em, wekî folklornasên nûjen bi hesasîyet xetekê di navbera naskirina folklorê û înşakirina folklorê de deynin. Lewre folklorzanên Kurd ne mecbur in ku folklora xwe bi fikreke refleksî ya li hemberî netew, bawerî an jî îdeolojîyên din ava bikin. Hewldanên bi vî rengî ku di sedsalên XIX-XX’an de li seranserê cîhanê berbelav bûn, ji folklorê bêtir xizmet ji neteweperestîyên refleksî re kir û bi vê yekê folklor ji naskirin û tesbîtkirina alîyên hevbeş yên navber-çandî bêtir, ket xizmeta cudakirin û dijberkirina çandên gelan. Bêguman nabe ku ev yek di nava sînorên fireh û bihurbar yên fenomena folklorê de bê dîtin û qebûlkirin.

Agahî

Weight 0,17 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613