Îlhamî Sîdar di Tehma Xweliyê de bi stîla xwe ya helbestî xwendevanên xwe bi rêwîtiyeke ruhanî li diyarên egzotîk digerîne û serpêhatiya ruhî vedibêje.
Lehengê romanê wekî arîstokratekî di salên 1516’an de li Stenbolê dest bi serpêhatiya xwe ango bi rêwîtiya xwe dike. Nivîskar di vê rêwîtiyê de nakokiyên dertên pêşiya leheng yek bi yek ta bi derzî ve dike, şikestinên leheng, bi awayekî lixwegerîna ruhî ya hûr û kûr, di rêwîtiya ronahiyê de ber bi tarîtiyê de çerxbûn, têkiliya kurd û tirkan û birek rewşên psîkolojîk û sosyolojîk bi nêrîna “lehengvebêj” vedibêje’.