Tarîxa Dinêserê

6,51  5,86 
-10% indirimli

ISBN: 9786056609121

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND-048
Status2 Di stokê de hene
Categories,
Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nîn in. Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku kurd lê niştecih in tu demê eleqeya heq dikin nedîtine. Dîroknûsiya serdest ku bi refleksek or­yantalîst û kolonyalîst dîroka xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî; bi giştî bi gund, çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn an jî li ser tarixa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ber destê we, xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye. Biçûk be jî dixwaze parçeyek muhîm yê dîrokeke qedîm ji tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhîm e.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613