Sûretgraf 1

11,75  10,93 

ISBN: 29799708

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUSÛRET1
Status4 Di stokê de he ne
Kategorî,

Kovara Sûretgrafê bi hejmara xwe ya ewil derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, röportaj, werger û çîrokên fotografîk, di heman demê de pêşbaziyeka fotografan li dar dixe û ji kesên qezenckirî re fotograf makîneyên kompakt dişîne…
Me di vê hejmara ewil de ligel nivîs, foto-dosya, teknîka fotografê, çîrokên mînîmal ên fotografîk, cih da du roportajan jî, yek jê ligel fotografkarê navdar ê kurd Enver Ozkahraman bû ku bo me cihê şanazî û motîvasyonê bû. Her wiha gelek fotografkar û nivîskaran jî bi berhemên xwe sûra me ya fotografê bilind kirin. Em spasiya hemû nivîskar û fotografkarên xwe dikin.
Xwînerên hêja yên SûretGrafê, kovara me ne tenê ji bo fotografkarên profesyonel e, di heman demê de kesên amator ku dil dane fotografê, kesên li ser fotografê dixwînin û dinivîsin, kesên li pey çîrokeka fotografîk ketine û bo wan hemû kesan e ku ligel fotografiyê pêwendiyeka wan a qewî yan jî sist heye. Hûn dikarin li ser fotografeka xwe ya zaroktiyê jî ji me ra binivîsin, rehet bin, li derê me bidin em ê we bihewînin. Em di wê hewlê de ne ku bo fotografiyê xwendekarên nû bigihînin û ligel wan xwe jî pêş ve bibin, mebesta me ji vê pêngavê ew e ku em şêwazên îfadeyî yên nû, zimanekî taybet ê qadî, perspektîfên cuda biafirînin û pişt bidin ku arşîveka kurdî çêkin û ligel vê bibin mektebeka dîroka dîtbarî û fotografê. Her wiha em ê di her hejmarê bi hashtaga #sûretgraf pêşbaziyeka fotografê li dar bixin û kesê qezenckirî re makîneyeka fotografan a kompakt bişînin, hûn dikarin li ser instagramê bi vê hashtagê wêneyên xwe belav bikin.
Va ye êdî kovar ji destên me û ji wê pêvajoya jandar derket û êdî malê we ye û li ber nezera we ya bedew e. Wê bi kovarê re çavên we bi sûretan bikevin, sûretên ku him weke “bîranîneke cemedî” ne him jî “hîleyek in di wêneyê hebûnê de”. Bi hêviya ku di hejmara bê de em ligel hev bibin perçeyekî piçûk ê vê kovarê, bi xatirê we.
Bêsûret nemînin…

Agahî

Weight 0,30 lbs
Kategorî , ,
Isbn
Weşanxane
Ziman
Rûpel

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613