Pergala rojavayî ya notadanîna muzîkê li gorî muzika wan şiklê xwe girtîye, ji ber ku di muzîka rojavayî de kêmtir xemilandin heye û girîngî ne tenê li ser xêza awazê (selîqe/melodi] lê herweha li ser ahenga pê re jî ye. Ev berevajî muzîka rojhilatî ye, ya ku tenê li ser awaz û selîqeya sereke radiweste û nexş û motîfên xurt bi kar tîne, ji ber ku ew awayê sereke yê vegotinê temsîl dikin. Ji ber vê yekê, nivîsîna stranên rojhilatî li gorî pergala notayê ya muzîka rojavayî hertim zehmet e. Ya jê zehmettir, ne notakirina awazê stranekê ye lê nivîsîna awayê îcraya stranê ye ji alîyê stranbêjî/ê ve.
Rêzdar Amanjî ev karê dijwar bi ser xistiye û piranîya stranên bikêş/biwezn ên Şivan Perwerê stranbêjê mezin ê kurd nivîsîne, hewl daye awayê îcra û şîroveya taybet a Perwer binimîne, digel ku rêzdar Perwer gelek caran xemilandinên cihêreng û aloz bi kar tîne Min wisa fam kir ku mebest ji vî cureyê notakirinê ew e ku awayê rêzdar Şivan Perwer muzîka xwe îcra dike û deng tê de bi kar tîne bê nîşandan, eger ne jixwe ne hêsan e ev cureyê notayan bi çavan be xwendin, jenîn û strîn.
Lewma ev hewla Amanj Yahya cihê pêzanînê ye û em spasdar in li ber ked û dema ku wî ji bo bicihanîna vì erkî terxan kiriye.
Dr. Dalshad Saed (Dilşad Saîd)