Stran û Awazên Kurdî-CILD 4

54,99  46,74 
-15%% Erzanî

ISBN: 3-902185-05-8

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAZAD-13
Status1 Di stokê de hene
Categories,

Di pirtûkêda 192 stran û 6 awazên kurdî cî girtine, yên li Yêrêvanê li fonda radyoya kurdîye mûzîkayê têne parastin. Pêncî û şeş salin ew stran û awazên kurdî ji Yêrêvanê têne pêlweşandin. Ev gencîna çanda mûzîka kurdî cara pêşine, ku wa bi pirhijmar, bi notanivîsar, tevî têksta li ser tîpên latînîya kurdî, raberî xwendevana dibe.

Pêşgotina berfire behsa bingehdanîn û karê radyoya kurdî dike. Pêra çend bîranînên balkêş yên karkerên radyoyê û rewşenbîrên kurd hene. Xudanên pirtûkê Cemîla Celîl û Naza Celîlin.

Cemîla Celil pispora mûzîka kurdîye, mûzîk-êtnologe, xudanê ji dehan zêdetir pirtûk-berevokên stran û awazên gelêrîne. Nivîsar-lêkolînên wê yên balkêş ser çanda kurdaye mûzîkayê hene. Wê 35 salan (1967-2002) bê navbirî li radyoyê kurdî wek redaktor-berpirsyara mûzîka kurdî kar kirye. Naza Celîl, dota Cemîla Celîle, xudana dû berevokên li ser stran û awazên kurdî yên hêjane. Berevokêda 192 stran û 6 awazên kurdî cî girtine. Gele stran û awazên kurdî bi du CD li pêveka pirtûkê têne weşandin.