Şorişa Xebera

11,99  10,19 
-15%% Erzanî

ISBN: 9786258383836

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUavesta628
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Şorişa Xebera- Çerkezê Reş

 

Şorişa Xebera: Çerkezê Reş

Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di nav xeberdana kurdî da wan xeber (peyv) û cûrên pevgirêdanan pêk tîne, kîjan ji ruhê çanda kurdîtiyê tên. Ev berevok hatiye fikirandin û sêwirandin çawa kitêbeke tam.
~ Eskerê Boyik

Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe daniye “Şorişa Xebera”?
Şik tune ku xeber-peyvên xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kûrfikir û felsefî, rastî-nerastiya jîyanê va perwerdekirî, bi kul û derdê gelê wî va dagirtî, bi hêvîya serbestî û azadîya welatê kal û bavê wî va xemilî. Lewra xeber-peyv dibine fikir-raman, fikir-raman jî şorişê dadixin.
~ Prîskê Mihoyî

Çerkezê Reş ji wan kesan e ku ji wan ra dibêjin merivên wiha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin.
Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê ye ku fîlosofiya wî ya şayîrtiyê tam nehatiye fêmkirin û qîmetkirin.
~ Têmûrê Xelîl

Şiêrên şayîrê cahil ji çevkaniyêd ruhê cimaeta lê tên, ew derheqa bedewtiya merivan, tebiyetê û rastiyê da nin.
~ Tosinê Reşîd

Çerkezê Reş doktorê zanînên fîlolojiyê û karkirê civakî bû, lê ya here muhîm, wî di van hemî waran da rêç û şopeke ewqas kûr dû xwe hişt ku wê weke xeta cot zû bi zû nekele, neyê hev, rast û dûz nebe, lê wê weke xwe bimîne hetanî edebiyat û çanda kurdî jiyana xwe berdewam bikin.
~ Wezîrê Eşo

 

Ji bo hemû berhemên  Çerkezê Reş vir bitikînin

Ji bo hemû berhemên  Avesta Yayınları vir bitikînin