Siwariyên Sersor

9,10  8,46 

ISBN: 978-625-7559-93-5

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUjj-0131
Status5 Di stokê de hene
Kategorî

NIVÎSA PIŞT PERGÊ | ARKA KAPAK YAZISI

Rojek pêş civînê hêdî hêdî mîrên zend û êlên nêzîk hatin. Mîrên: Kurecîyan, Kawîyan, Girêşûrên manî, Atmîyan, Çeqelan, mîr Şamik ê Çûxreşan û Mustafa yên Alxasan hinek ji wan bûn. Piştî nîvro mîrêmîranî Reşîyan, bi yên Sinemilan û Topan ve hatin. Piştî wan mîrên: Îzolan, Bertîyan, Tîrkeşan amade bûn. Devdevê êvarê jî mîrêmîra yî Qeregeçîyan û mîrên: Şêxan, CelikîDelikîyan, Sewêdîyan, Têrîkîyan, Şamîyan, Tîtkan, Şadîyan hatin. Herî dawî jî mîrêmîran î Canbegan yê li deşta Qonyayê dijîn hat. Bi wî re bereber mîrên: Dirêjan, Pehlîwanîyên li Yozgatê û bi dehan mîrên êlên din hatin û zozan di bin hesp, esker û mîran de mabû.

……

Tenê mîrê Berazîyan û mîrê Girêşûrayî çûnî nehatibûn. Wekî din hemî hatibûn, heta fermandarê Exîlê, mîrê Mirdêsîyan Lala; ji Zerikîyên Ataqê, Ehmed jî di nava kesayetîyên hatinî de bûn. Ji Farqînê serokê Sewêdîyan Mîr Dîyadîn jî hebûn.

……

NIVÎSKAR – WERGÊR | YAZAR – ÇEVİRMEN

Şoreş Reşî;

Di sala 1961 an de li gundê Sêvika (Bildûx) girêdayî qeza Cîhanbeylî ya Qonyayê hate dine. Di sala 1983 an de li Enqerê Ûnîversîta Gazî, beşa Tekîliyên Navnetewî teva kir. Di sala 1989 an de çû Swêdê û hîn jî li Stockholmê dijî. Heta niha yek bi Tirkî, şanzdeh jî bi Kurmancî, neh pirtûkên wî yên bi piranî lêkolîn in nivîsiye. Di derxistina kovara Veger de pêşengî kir; di kovara Avaşîn, Folklora Kurda û gelek rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Demeke dirêj berpirsiyartiya rojnameya Azadiya Welatê ya li Skandînavyayê kir. Du salan jî heftê carekê di rojnameya Özgür Politika de di qûncik de nivîsên wî belav bûn. Gelek sal in ku di rêvebiriya Înstîtuya Kurd ya li Stockholmê de cih digre. Di hilbijartina sala 2018 an de li Swêd berêndamê Parlamenê bû. Niha, di meclîsa Wîlayeta Stockholm, belediya Stockholmê ya jêr, di Komîsyona wê ya Sosyalê û di meclîsa jêr a Wezereta Kar ya Swêdê de wek encûmen kar dike.

Berhemên nivîskar ên din:

  1. Palme, PKK ve Gladio (lêkolîn-Tirkî, 1998 Stockholm)
  2. Ji Anatoliya Navîn Serpêhatîyên Dîrokî (lêkolîn, weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm, 2007)
  3. Dîroka Kurdên Koçber – I (lêkolîn, weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm, 2008)
  4. Dîroka Kurdên Koçber–II (lêkolîn, weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm, 2008)
  5. Hawar (Roman, weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm, 2012. Çapa II 2021)
  6. Yaranî (Pêkenok, Stockholm 2012)
  7. Dîroka Êla Sêvikan (lêkolîn, weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholm, 2013 )
  8. Stran û Awazên Anatoliya Navîn-(Lêkolîn)
  9. Heco (Roman) 2019 – Stockholm
  10. Dîroka Êla Sewêda (Lêkolîn) Çapa 1. 2016 | Çapa 2. 2019
  11. Evîn û Tolhildana Çoko (Roman) Weşanên J&J, 2019 – Amed
  12. Rovîyê Boç Bi Zengil (Zarok) Weşanên PKAN, 2020)
  13. Legleg (Zarok, çap nebûyê)
  14. Dîroka Xelxalê (Lêkolîn, weşanên Payiz – Amed
  15. Çîrokên Gelêrî (Zargotin) 2021 – Stockholm
  16. Dîroka Zenda Canbegan (Lêkolîn) Weşanên Payiz 2021 – Amed
  17. Siwariyên Sersor (Roman), Weşanên J&J, 2022 – Amed

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613