Siddhartha –Efsaneyeke Hindî

8,20  7,63 

Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de derket, û heta nuha wergeriyaye 54 zimanan.

ISBN: 9786058487796

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKURUPEL-22
Status2 Di stokê de he ne
Kategorî

Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de derket, û heta nuha wergeriyaye 54 zimanan.

Siddhartha  bi salan wekî pirtûkeka pîroz ji destê xwendevanan neket. Gelo sedema wê çi bû?

Siddhartha ji bo xwendevanan bangewazîya avakirina jiyaneka nû dikir. Hesse di Siddharthayê de mîstîsîzma rojavayê payebilind dike û salên ewil a jiyana Buddha bi şêwazeka helbestî vedibêje: ‘‘Siddhartha rizgarbûna min a ji ramana hindî û azadbûna min e, rêya min a xelasbûna ji hemû dogmayan ez birim ber bi Siddharthayê ve; heta dawîya jiyana xwe jî ez ê di vê rêyê de bimeşim…. Di vê pirtûkê de min hewl da ku xalên hevbeş ên hemû ol û bawerîyên hevbeş ên hemû merivan û nirxên ku ji alîyê hemû kesan û hemû neteweyan ve bên pejirandin dest nîşan bikim”

Siddhartha dixwaze bigihîje agahîya rastin û bibe Buddha. Ji ber vê ji malbata xwe ya esilzade vediqete tevlî çîlekêşan  (samanan:parsekan) dibe. Gelo ev lêgerîna wî dê bigihîje kîjan encamê?

Hesse bersiva vê pirsê dide:

‘‘Meriv dikare agahîyê veguhezîne kesekî/ê, lê aqilmendîyê na. Aqilmendî dikare bê kifşkirin, aqilmendî dikare were jiyîn, aqilmendî dikare merivan payebilind bike, aqilmendî dikare mucîzeyan derxîne holê lê aqilmendî nikare bê vegotin û fêrkirin.“

Ev pirtûka hêja ya Hermann Hesse ya bi efsûnan xemilandî, cara pêşî ye ji alî Weşanxaneya Rûpelê, bi kurdîya rewan a Huseyîn Kartal derdikeve  ronahîyê û kitêbxaneya kurdî bi vê berhema bêhemba dewlemendtir dibe.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Rûpel
Ziman
Werger

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613