Şewçira

20,10  17,09 
-15% Erzanî

ISBN: 9786057535177

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS443
Status2 Di stokê de hene
Categories

Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekî Başûrê Kurdistanêye, bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de, dest bi nivîsînê kiriye. Wî ne bes ew barê giran rakiriye, belku bi germî, xwe avêtiye qada xebata sîyasî jî. Ew di helbesta nû a Kurdî de helbestvanekî xwedan taqet û şîyanên bilind e. Bi dirêjîya van çil û pênc salên bûrî, wî cihekî taybet û bi hêz di qada edebîyatê de hebûye. Helbestên wî li Kurdistana başûr pir di belav in û cihê wî di dilê xwendevanan de heye. Di çendîn festîvalên edebî de jî, helbest xwendine. Wî ne bes bi helbestên xwe xizmeta gelê Kurd kiriye, belku di senger û çeperên pêşmergetî û xweragirtinê de jî, xebata xwe berdewam kiriye. Ew xwedan bîr û bawerên rêncber û karkeran e.Kurd û Kurdistan, di evîna wî a mezin de, du armancên here pîroz in. Ji alîyekî li dij faşîyên Îraqê û ji alîyê din jî, li dij axa û şêxan, rewiştên kevn û feodalîyê bizav kiriye. Ji lew re cihê wî ê dirust, nav rêzên komunîstan bû. Vê çendê rê li bawerîyên wî ên netewî negirtiye, çinku ew Kurd e û sitema li ser miletî, dilê wî diguvêşe û birînên wî kûr dike. Ew bi destekî qelemê digire û bi destê din jî, tivingê radike. Tevayîya salên xortanîya xwe, dide xebatê û çendîn salan jî, li çîya û şikeftên Kurdistanê dibûrîne. Ew jiber rewşa aloza Kurdistanê û cudabûna bîr û bawerîyan, nemaze giriftarîyên şerê birakujîyê, xaça xwe hildigire û ber bi derveyî welatî diçe û heta niha jî, jîyana derbederîyê didomîne,lê Kurdistan û gelê bêxwedî, di dil û mejîyê wî de ne.

Agahî

Weight 0,65 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613